Li Biradostê mayin teqiya: Kesek mir, kesek jî birîndar bû 2023-06-02 21:28:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Çiyayê Qelereş yê ser bi devera Biradostê ve di teqîna mayînê de karmendekî nobedarê sînor jiyana xwe ji dest û yek jî birîndar bû.   Îro di piştî nîvro li Çiyayê Qelereş yê ser bi devera Biradostê ve mayin bi du karmendên nobedarên sînor ve ku erka xwe ya fermî dikirin, mayîn teqiya. Di encama teqîna mayînê de karmendê nobedarê sînor Rizgar Ebdulkerîm ê 36 salî jiyana xwe ji dest da û karmend Saman Fettah ê 50 salî jî birîndar bûye. Karmendê birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Soranê.