Li Başûr di Gulanê de 3 zarok û jinek hatine qetilkirin 2023-06-02 21:06:57   NAVENDA NÛÇEYAN- Li Başûrê Kurdistanê di meha Gulanê de s3 zarok û jinek hatin qetilkirin. Jinek û zarokek jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Zarokek jî bi çekê birîndar bûye.   Li Başûrê Kurdistanê tundî û zextên li ser jin û zarokan her diçe zêde dibin. Her wiha mirinên biguman yên jinan jî wek xwekuştinê tên tomarkirin. Li gorî  çeteleya tundiyê ya NuJINHA'yê ku ji nûçeyan berhev kiriye, li Başûrê Kurdistanê di meha Gulanê de 3 zarok û jinek hatine qetilkirin. Jinek û zarokek jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane. Zarokek jî biçekê hatiye birîndarkirin.