Malbata Şenyaşar: Dewran wê her tim li aliyê zaliman nebe! 2023-05-27 16:38:32   RIHA - Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne, wiha got: “Dewran wê her tim li aliyê zaliman nebe. Heta ku edalet neyê wê têkoşîna me bidome.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 796’emîn de berdewam dike. Ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê Nobeta Edaletê didomînin.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Li Rihayê bêedaletiya herî mezin a di dîrokê de hate kirin. Dewran wê her tim li aliyê zaliman nebe. Heta ku edalet neyê wê têkoşîna me bidome.”