Ji YSK’ê statîstîkên hilbijartinan 2023-05-27 14:55:00     NAVENDA NÛÇEYAN - YSK’ê têkilarî encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê statîstîkan amade kir. Li gorî statîstîkan hejmara hilbijêrên jin ji hejmara hilbijêrên zilam zêdetir e.    Desteya Hilbijartinê ya Bilind têkildarî Hilbijartinên Serokkomariyê û Heyama 28’emîna Parlamenteriyê ku di 14’ê Gulanê de hat kirin, statîstîkan parve kir. Li gorî statîstîkên ku YSK’ê amade kiriye; di sala 2014’an de 55 milyon û 692 hezar û 841 hilbijêr, hezîran 2015’an 56 milyon hezar û 608 hezar û 817 hilbijêr, mijdar 2015’an 56 milyon û 949 hezar û 9 hilbijêr, hilbijartina referandûma 2017'an 58 milyon û 291 hezar û 898 hilbijêr, hilbijartina giştî û serokkomariyê ya hezîrana 2018'an 59 milyon û 367 û 469 hilbijêr hebûne. Di hilbijartinên 14’ê Gulanê ya Serokkomariyê û Parlamenteriyê de jî 64 milyon û 145 û 504 hilbijêr hebûne.    KADIN SEÇMEN SAYISI ARTTI   Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de hejmara hilbijêrin jin ji hejmara hilbijêrin zilam zêdetir bûye û di hilbijartinan de 32 milyon û 318 hezar û 956 kes jin bûne û 31 milyon û 826 hezar û 548 kes jî zilam bûne.