Li Mêrsînê bertek nîşanî girtinan dan: Em ê di sindoqê de bersivê bidin 2023-05-27 14:38:58   MÊRSÎN - Rêxistinên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê yên Bajêr ku girtina 7 kesan a li Mêrsînê şermezar kirin, anîn ziman ku wê di hilbijartina sibê de bi dayîna dengan bersivê bidin operasyonên siyasî yên hatin kirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê di 23’yê Gulanê de daye destpêkirin de bi hinceta ji girtiyan re bi ser Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) re pere şandine navenda wê Mêrsîn li 5 bajaran bi ser malan de hate girtin û 28 kes hatin binçavkirin. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kadrî Ezel, Cengîz Dere, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Yenîşehîrê yê Berê Emrah Denîz, Azad Taş ê ji sedî 85 astengdar, endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Mêrsînê Mazlum Gok endamê MYK’a Partiya Çepên Kesk Mehmet Halîs Saykan û endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê yê Mêrsînê Ozkan Yalçin hatin girtin. Rêveberên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê yên Mêrsînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê girtina 7 kesan şermezar kirin.   Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Mêrsînê Alî Bozan û Perîhan Koca û gelek kes tev li daxuyaniya li ber avahiya HDP’a Mêrsînê hate lidarxistin bûn. Di daxuyaniya ku pankarta “Zext û binçavkirin nikarin me çavtirsandî bikin” hate vekirin de girseyê her tim dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê qezenc bikin” berz kirin.    ‘EM IN ASTENG’    Hevserokê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz ê di daxuyaniyê de axivî, anî ziman ku binçavkirinên bêhiqûqî yên li dijî partiya wan wê pûç bikin. Sariyildiz, diyar kir ku sedemê bingehîn ê hemû krîzên aborî, siyasî, civakî û çandî yên li Tirkiyeyê desthilata AKP’ê û MHP’ê ye û wiha got: “Têkoşîna me ya bi biryar di siyaseta desthilatê de şikestinên mezin çêkir, xwebawerî hilweşand û planên ji bo diyarkirina pêşerojê amade kiribû xera kir. Ji ber vê yekê em dibin hedefa êrişan û rastî binçavkirin û girtinan tên. Ji ber ku em astengiya herî mezin a li pêşiya mayîndekirina rejîma otorîter, yekperest, kedxwar û mêtînger in.”   ‘EM Ê DI SINDOQÊ DE BERSIVÊ BIDIN’    Sariyildiz, diyar kir ku wê dest ji têkoşîna Komara Demokratîk bernedin û wiha berdewam kir: “Ji bo ku em armancên xwe yên siyasî pêk bînin û dawiyê li rejîma yek zilamî bînin em ê bi awayekî herî xurt têkoşîna xwe bidomînin. Em ê di hilbijartina sibê de bi tevlibûneke xurt dengên xwe bidin û bersiva herî xurt em ê di sindoqan de bidin.”   Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan jî anî ziman ku desthilata AKP’ê û MHP’ê daraz kiriye amûra lîstikên xwe yên siyasî û wiha got: “Her 7 hevalên me yên hatin girtin bi armanca mudaxilekirina hilbijartinên sibê bên kirin hatin girtin. Tevî van girtinan jî em li vir in û em ê xebatên xwe bidomînin.”