Faîlên Orhanan ev 29 sal in nehatine darizandin 2023-05-27 14:05:42   AMED/ÊLIH - ÎHD û Xizmên Windakiriyan ên Amedê faîlên Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan ên li Pasûrê hatin qetilkirin û windakirin û li Êlihê jî aqûbeta Îsmaîl Agaya pirsîn.    Çalakiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windakiriyan a bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” di hefteya 746’an de jî berdewam kir. Çalakî li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolû ya navçeya Rezan a Amedê hat lidarxistin. Di çalakiyê de beşdaran wêneyên windakiriyan hilbijartin. Xizmên windakiriyan û rêveberên komeleyê tev li daxuyaniyê bûn.    Di daxuyaniyê de ji ewil Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û got ku li Tirkiyeyê dewlet bi awayekî eşkere tundiyê dike. Zeytûn, piştre bal kişand ser hilbijartina serokkomariyê û got ku ji bo guherandina pergala hiqûqê ya tundiya dewletê rewa dike sibe biçin ser sindoqan. Bi domdarî Zeytûn bal kişand ser zextên li ser Dayikên Şemiyê û ev tişt anî ziman: “Mixabin Qada Galatasarayê bû qada zextan. Êrişên li dijî dayikan tên kirin derhiqûqî ne. Tevî biryara AYM’ê jî destûr nayê dayîn û tundî li dayikan tê kirin.” Zeytûn, piştre jî bal kişand ser Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê û wiha bertek nîşan da: “Tevî gelek delîlan jî hemû bersûc hatin beraetkirin. Ev tê wateya parastina tundiyê û domandina wê. Tekoşîna me ya li dijî vê bêhiqûqtiyê dê bidome.”    ‘JI HÊLA HÊZÊN TARÎ VE HATIN QETILKIRIN’   Piştre jî ji Xizmên Windakiriyan Adnan Orhan axivî û çîroka windakirina bav, ap û pismamê xwe vegot. Orhan, got ku hemû hewldanên wan bêencam mane û wiha domand: “Me hestiyên bav û apê min bi salan piştre di gora komî de dîtin. Gelek kes hatin windakirin û xelk li hestiyên xizmên xwe digerin. Me got hema parçeyeke hestî jî be em ê wergirin. Hêzên tarî ev kes revandin û qetil kirin.”   Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan ên di 24’ê gulana 1994’an de li gundê Çaglayan ê Pasûr a Amedê hatin revandin û windakirin hate vegotin. Nûnerê Herêmê yê ÎHD’ê Tahîr Saçakli serpêhatiya Orhanan xwend.    MAL HATIN ŞEWITANDIN   Saçakli wiha qala serpêhatiya Orhanan kir: “Di 6'ê Gulana 1994'an de Yekîneya Leşkerên di bin Fermandariya Tugaya Bolu Komando Yavuz Erturk bi ser gundê Çaglayan a Pasûra Amedê de girtin. Gundî ji malên wan derxistin û li nava gund kom kirin. Hemû mal şewitandin. Piştî leşkeran xanî û gund şewitandin 3 roj destûr dan gundiyan ku gund terk bikin. Lê gundî çûn li dorê kon vedan û li konan bi cih bûn. Roja din Salîh Orhan û çend gundiyên din çûn Fermandariya Cendirmeyan a Pasurê û xwestin heta çandiniyê xwe biçinin û kom bikin li gund bimînin. Fermandarê Cendirmeyan ê Pasûrê Ali Ergulmez destûr da heta paletiyê.  Malbata Orhan konên xwe li ber xaniyên xwe yên hatin şewitandin vedan. Leşkerên Fermandariya Komandayên Bolûyê di 24'ê gulana 1994'an de dîsa bi ser wan de girtin. Vê carê Selim ê 46 salî û Hasan ê 40 salî û Cezayir Orhan ên 17 salî binçav kirin û birin. Piştre hatin windakirin.    Piştî lêgerîna salan cenazeyê Mehmet Selim û Hasan Orhan di sala 2003'yan de hatin dîtin. Lê cenazeyê Cezayir Orhan jî hêj ne diyar e. Em dixwazin aqûbeta Cezayir Orhan ê hêj 17 salî bû hat windakirin bê ronîkirin.   DMME’YÊ TIRKIYE MEHKÛM KIR    Hinek şahidan got ku Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan ji ewil li Qereqola Serîkê, piştre li Qereqola Cendirmeyan a Licê û herî dawî jî li Dibistana Navîn a Licê dîtine ku weke îşkencexaneyê dihat bikaranîn. Lê belê Serdozgerê Komarê yê Pasûrê di 8’ê hezîrana 1994’an de lêpirsîn dabû destpêkirin û bi hinceta ku navên wan di lîsteya binçavkirinê de nîne, biryara neşopandinê da.    Hemû hewldanên malbata Orhan bêencam man û bi rêya parêzerên Şaxa ÎHD’a Amedê serî li DMME’yê dan. DMME’yê di 6’ê mijdara 2002’yan de ji ber windakirina Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan  di bin çavan de, Tirkiye mehkûmî dayîna tazmînatê kir. Di sala 2003’yan de hestiyên Mehmet Selîm û Hasan Orhan li nêzî gundê Bacilar ê Pasûrê di goreke komî de hatin dîtin. Hêj niha jî tu agahî ji Cezayîr Orhan nehatine girtin.    DOSYA LI BER DEMBORÎNÊ KET    Hestiyên aydê Selîm û Hasan Orhan ku Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê li ser tespîta nasnameyê dikir, di 16’ê tîrmeha 2004’an de bi postayê ji Dozgeriya Pasûrê re hatin şandin. Lê dema malbatê ji bo definkirinê hestiyên xizmên xwe xwestî, jê re hate gotin ku hestî winda bûne. Piştî lêgerînên malbat û ÎHD’ê yên şeş salan, derket holê ku hestiyên aydê Orhanan li gel hestiyên şeş kesên din ên ji heman gora komî derketî li goristana bêkesan bi awayekî komî hatine definkirin. Her çend ku ji bo tespîtkirina faîlan û darizandina wan malbatê serî li dozgeriyê dabe jî, di dosyayê de lêpirsîneke bibandor nehat kirin û dosya li ber demborînê ket.”    Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin û çalakî bi dawî bû.    ÊLIH   Li Êlihê jî Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê di hefteya 582’yemîn de li serê Cadeya Gulistanê li ber Peykerê Mafên Mirovan çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xistin. Rêveberên OHD, MEBYA-DER, TUAY-DER, Partiya Çepên Kesk, HDP û gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.    Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta belavkarê rojnameya Ozgur Ulke Îsmaîl Agaya yê di 29’ê Gulana 1994’an de li Êlihê hat windakirin, hat pirsîn.    Rêveberê ÎHD’a Êlihê Abdurezak Katmaz diyar kir ku heta ku aqûbeta windayan bi encam bibe dê her li aqûbeta wan bipirsin û xwest kujer bên girtin.    SERPÊHATIYA BELAVKARÊ ROJNAMEYÊ   Katmaz serpêhatiya windakirina Agaya xwend û wiha got: “Îsmaîl Agaya 20 salî bû, li Êlihê bi malbata xwe re dima. Belavkariya rojnameya Ozgur Ulke ku binpêkirinên mafên mirovan ên salên 90’î ji raya giştî radigihand, belav dikir. Şeva 29’ê gulana 1994’an ji bo biçe cem mala xizmek xwe ji malê derdikeve. Lê belê ne çû mala xizmê xwe ne jî carek din vegeriya malê. Dayika wî Mufîde Agaya li kurê xwe geriya. Cîranên wan jê re dibêjin ku ciwanek ji aliyê sê kesên sîleh bi wan re bû û cilên wan sivîl ve hat revandin û wî bi darê zorê xistin li otomobîlê siwarê kirine.    SERLÊDANÊ MALBATÊ BÊENCAM DIMÎNIN    Cîranan ser û çavê wan kesan baş nedîtine lê ciwanê ku hatiye revandin pantolonê kot û ceketê kot li serê hebûye. Dayika wî jî dibêje dema kurê wê ji mal derketiye heman cil li serê bûne û ev agahiya cîranan dayikê dixe nava fikaran. Malbatê û hevalên wî serî li qereqola polîsan dan. Xwestin Îsmaîl bên dîtin û berdan. Carek din agahî ji Îsmaîl nehat girtin. Dayika wî dibêje emrê min di ber lêgerîna lawê min de li qereqolan derbas bû.”    Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.