Partiya Çepên Kesk hevdîtin bi rûspiyên Amedê re kir 2023-05-26 19:55:14   AMED - Ahmet Turk ku  tevî şandeya Partiya Çepên Kesk çû gundê Hecî Qoçê yê navçeya Rezanê, got: “Tenê em û tekoşîna me wê me xelas bike û lewma pêwîst e em hemû biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin û xwedî li sindoqên xwe derkevin.”   Partiya Çepên Kesk, li gundê Hecî Koçê yê navçeya Rezan a Amedê bi gundî û rûspiyên 30 gundan re civiya. Gundî û rûspiyan şandeya Partiya Çepên Kesk bi girseyî û coş pêşwazî kirin. Şandeyê bi gundî û rûspiyan re sohbet kirin û rojeva heyî nirxandin. Her wiha di hevdîtinê de dirûşmeya “jin, jiyan, azadî” jî hat berzkirin. Siyasetmedar Ahmet Turk, parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Sevîlay Çelenk, Memhet Kamaç û Parlamenterê Mêrdînê Kamûran Tanhan, namzeta parlamenteriyê Sorgul Aytek, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pınar Tekin, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Hariyrettin Altun û û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Zeyyat Ceylan serdana gund kirin.   Rûspiyên gundê Hecî Qoçê, Kehniya Dirêkê, Tehtê reş, Kom dere, Zinarcank, Hindeq, Bîra kizîr, Kerikê, Kortepe, Alawiz, Mezrik, Ortewêran, Kelek, Dehlik, Arwaniya jor, Arwaniya jêr, Sersing, Tûlik, Kehniya qîmîş, Siltan xoce, Alatosin, Kişlê, Sofîxelîl, Hebeşî, Hesenaxa, Dûger, Daşdîreg, Mêrga, Mala Hecî Cemo û Pinaroxlî tevlî hevdîtinê bûn.   Ewil Hevserokê HDP’ê Zeyyat Ceylan axivî û xêr hatina gundî û rûspiyan kir. Piştre siyasetmedar Ahmet Turk axivî û ji bo beşdarbûyînê spasiya gundî û rûspiyan kir. Turk destnîşan kir ku gelê kurd ji bo tekoşîna azadiyê bedelên gelek mezin dane, lê tu carî xwe teslîmî faşîzmê nekirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hinek hilbijartin hene, sed salan carekê tên kirin û derfetên gelek mezin bi xwe re tîne. Ev hilbijartine jî derfeteke ji bo ku em ji dîkdatorî û faşîzmê xelas bibin. Ji ber vê yekê jî pêwîste em gelê kurd xwe rêxistin bikin û amadehiya pêşeroja xwe bikin.”   ‘DIVÊ EM YEKITIYA XWE BERFIREH BIKIN’   Turk diyar kir ku ev desthilata heyî li her derî ji bo ku kurdan bê nefes bihêle û bêdeng bike êrişî destkeftiyên kurdan dike. Turk da zanîn ku li dijî vê dijmintiyê pêwist e ew yekîtiya xwe berfireh bikin û tekoşîna xwe mezin bikin. Turk bi domdarî wiha got: “Dibe ku ev zext berdewam bikin. Lê ne gelê kurd dest ji tekoşîna xwe berdide, ne jî ew kesên li hemberî wan dê serbikevin. Baş bizanin ku bê kurd siyaset nayê meşandin. Lewma niha di Kurdistanê de em dengekî bilind bistînin û bibin yek, wê hemû cîhan bibêje ku gelê kurd mafên xwe xwedî derdikeve.”   ‘EM TEKOŞÎNÊ JI BO XWE DIKIN’   Turk bal kişand ser hilbijartinên tûra 2'yan ên serokkomariyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Meseleya me, ne meseleya eşîran e, meseleya me gelê kurd e. Ji ber vê yekê hewceye hemû kurd bi biratî û yekitiyek mezin xebatên xwe bimeşînin. Di 28’ê gulanê de hilbijartinek heye. Em di hilbijartinê de dê dengê xwe bidin û xwedî li sindoqan derbikevin. Ji ber ku em dizanin ku gelek lîstikên qirêj tên lîstin. Heke ev lîstikên qirêj nebûna, rêjeya wan evqas bilind nedibû. Niha du rê li pêşiya me hene. Yek desthilatek faşîst, yek jî behsa demokrasiyê dikin. Ya rastî em kêmahiyên wan jî dibînin. Lê em tekoşînê ji bo xwe dikin, ji bo pêşeroja xwe dikin. Heke em li ser kêmahiyên wan bisekinin, bi hezaran kêmahiyan wan hene. Lê dîkdatorî baş e, yan jî dewletek ji aliyê hiqûqê ve tê meşandin baş e? Ji ber vê yekê em dibêjin ku li dijî faşîzmê em ê Kemal Kiliçdaroglû (Qilîç J) destek bikin. Em nabêjin ew ê me xelas bike. Tenê em dikarin xwe xelas bikin, tekoşîna me wê me xelas bike. Lewma pêwîste em hemû biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin û xwedî lê derbikevin.”