Qeyûm li xebatkaran ferz dike ku tev li bernameya ‘fethê’ bibin 2023-05-26 16:52:05   AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, li xebatkarên şaredariyê ferz kir ku tev li bernameya “Fethê” bibin.    Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li bajar bernameya “Fethê” li dar dixe û li hemû xebatkarên şaredariyê ferz kir ku tev li bibin. Di nivîsa ji hêla Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ve bo xebatkaran hatiye şandin de wiha tê gotin: “Di çarçoveya bernameya fetha Amedê de dê saet di 03.00’an de ji Mizgefta Fetîhê ber bi Mizgefta Hz. Suleyman ve meşek bê lidarxistin. Em we tevan agahdarkirin dikin ku divê hemû xebatkar tev li bernameyê bibin.”