Amedî: Ji bo ku em yek zilamî têk bibin em ê biçin ser sindoqan 2023-05-26 14:38:13   AMED - Hilbijêrên amedî diyar kirin ku dê di hilbijartina serokkomariyê de yek zilamî têk bibin û anîn ziman ku ew ê biçin serdiqan û dengê xwe ji bo guhertinê bidin.    Tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê dê di 28’ê gulanê de bên kirin. Têkildarî hilbijartinê me li navçeya Yenîşehîr a Amedê mikrofon dirêjî welatiyan kir. Welatiyan anîn ziman ku di tûra duyemîn de dîktator sekinandin û wê di tûra duyemîn de wî bişînin û guhertinê pêk bînin.      ‘JI BO ERDOGAN BIÇE…’    Yek ji hilbijêrên ciwan Erkan Kaya (20) yê anî ziman ku wê di 28’ê Gulanê de biçe ser sindoqan wiha got: “Ji bo ku Erdogan biçe ez ê dengê xwe bidim Kiliçdaroglû. Tabloya 10 salan di holê de ye, ne karek heye ne jî mirov dikarin xwe bi awayekî rihet bînin ziman. Ji bo dibe ku bibe hêviyek ez ê dengê xwe bidim. Guhertin şert e, di tûra ewil de min dengê xwe da Kiliçdaroglû, ez ê di tûra duyemîn de jî bidim wî.”    Azad Metîn jî diyar kir ku ji bo ev hilbijartin gelek girîng e li bajarên kurdan piştgiriya Kiliçdaroglû hate kirin û wiha got: “Em ê di tûra dûyemîn de jî piştgiriya Kiliçdaroglû bikin. Partî û namzetên din li gorî berjewendiyan aliyên xwe diguherînin lê Partiya Çepên Kesk an ku kurd bêyî ku di bin maseyê de hesabekê bikin ji bo guhertinê wê dengê xwe bide. Ez difikirim ku ji hin aliyan ve ferqa Kiliçdaroglû ji Erdogan nîne. Ji bo guhertina kesê 22 sal in welat bi rê ve dibe were guhertin di çarçoveya konjonkturê de em ê dengê xwe bidin wî. Kî were hilbijartin bila were hilbijartin rêya derketina ji krîza welat bi rûniştina ser maseyê çareserkirina pirsgirêkan e.”   ‘EM Ê GUHERTINÊ PÊK BÎNIN’    Yek ji hilbijêran Berat Yanar jî diyar kir ku di hilbijartinên wekiliyê de ji ber polîtîkayên partiya wan meşandin encamên ku dixwestin bi dest nexistine û wiha got: “Me di tûra ewil de rejîma yek zilamî sekinand. Di tûra ewil de me piştgiriya kîjan namzetî kiribe, em ê careke din piştgiriya wî bikin. Divê em piştgiriya Kiliçdaroglû bikin, pergala yek zilamî têk bibin û guhertinê pêk bînin.”   Ji hilbijêran Yûsûf Çeçen jî wiha got: “Rewşa aboriyê di holê de ye. Ez di mehekê de 8 hezar û 500 lîreyan distînim, ez ê li xwe binêrim, dayik û bavên xwe binêrim, êdî bes e. Bila Erdogan biçe, mirov ditirsin ku biaxivin, êdî bes e. Heta ku derê dê bitirsin?”   ‘EM DÎKTATORÎ BIŞÎNIN’    Yek ji welatiyan Denîz Devrîm, destnîşan kir ku heke Erdogan qezenc bike ne tenê li gelê kurd wê li hemû gelên Tirkiyeyê zext bê kirin û wiha got: “Heke Erdogan qezenç bike, dê gengeşiyeke navxweyî derkeve. Dibêje ‘xwişk û bira’ lê qeyûm tayînî vîna ku min hilbijartî dike. Ji bo ku zimanê dayika xwe diaxivin an tên binçavkirin an jî tundî li me tê kirin. ji bo ku li Stenbolê stranên kurdî gotin û govend gerandin mirov li gel Sirûda Mehter tên binçavkirin. Van mirovan cihek dagir kir? Çiye ev nefre. Yekane tişta ku em li dijî van bikin yekitî û hevrebûn e.”   ‘BILA HERKES BIÇE SER SINDOQÊ’   Devrîm, ê polîtîkayên du alî yên desthilata AKP’ê yên li ser gelê kurd û zimanê kurdî rexne kir wiha got: “Ez dixwazin li her derê zimanê xwe yê dayikê biaxivim, dixwazim bibim welatiyekî wekhev. Tê Amedê dibêje ‘kurd hene’ diçe Enqereyê dibêje ‘nînin’. Ji bo ku bibe desthilat û civakê kontrol bike her rêyê ji xwe re neguneh dibîne. Ez ji xizmên xwe yên dengê xwe didin AKP’ê re heqê xwe helal nakim. Ez ê roja qiyametê ji wan gazinker bim. Bila herkes biçe ser sindoqan û xwedî li sindoqan derkeve. Bila xwedî derkeve ku em vî dîktatorî bişînin.”   Yek ji welatiyan Rêber Zana jî bal kişand ser krîza aborî û polîtîkayên Erdogan wiha rexne kirin: “Dibêje ez ekonomîst im, ev ekonomîstiyeke çawa ye. Pêxember dibêje ‘dem li gorî we tevnagere, hûn li gorî demê tev bigerin’. Rêgeza bazirganiyê heye, heke tu wê pêk neînî nabe. Heke li vî welatî kargeh nekevin meriyetê, bacên çandiniyê neyên kêm kirin, pêkane ku li vir biha bikeve? Heke ku baceyên pîvaz, gübre, derman û sotemeniyê kêm nekin wê maliyet çawa kêm bibe?”