Masiyên Gola Wanê di bin metirsiya HES’ê de ne 2023-05-26 10:47:00   WAN - Masiyên Gola Wanê ku ji wan re Încî Kefalî tê gotin, ji bo bizrê xwe bikin niha ber bi çeman ve çûne. Masiyên ku çûne bizrê xwe dikin bi gef û metirsiya HES’an re rûbirû ne.    Masiyên Gola Wanê bi nav û deng in. Ji van masiyan re Încî Kefalî tê gotin. Cureyek endamîk ên masiyan e. Niha jî koça masiyan ji golê ber bi çemê û rûbaran ve didome. Her sal di navbera 15’ê nîsanê û 15’ê tîrmehê de girtina masiyan tê qedexekirin. Masî di navbera van tarîxan de ji gola ava wê bi xwê ye derdikevin û diçin wan 12 çemên ku diherikin golê. Masî li van çeman bizrê xwe belav dikin. Masiyan îsal jî ji bo bizrê xwe bikin, nêzî mehek berê ji golê dest bi rêwitiyê kirin. Her sal di heman dîrokê de bi milyonan masî ber bi çeman ve diçin. Masiyên ku li Erdîşê ber bi Delîçayê (Benda Masiyan a Erdîşê) ve hatin. Welatî jî tên temaşekirina masiyan û dîmenên xweşik derdikevin. Lê ji ber Santralên Hîdroelektrîkê (HES) hatine çêkirin tesîrê li ser masiyan dike û ew kêfxweşiya masiyan a di çeman de nayê dîtin.    AV Û MASÎ KÊM BÛNE    Tarkan Bozdemîr ku her sal serdana Benda Masiyan dike diyar kir ku li gorî salên berê av kêm bûye û masî jî kêm bûne. Bozdemîr anî ziman ku sedemê kêmbûna avê û masiyan Santrala Hîdroelektrîk a li ser Çemê Zîlanê ye. Bozdemîr got ev Santral tesîrek neyînî li ser masiyan û avê dike.    HES Û KÊMBÛNA AVÊ TESÎRÊ LI SER MASIYAN DIKE    Serokê Komeleya Pêşvebirin û Lêkolînê ya Parastina Berhemên Dîrokî ya Hawirdorê (ÇEV-DER) a Wanê Alî Kalçik da zanîn ku li Wanê û navçeyên wê li 102 çem û newalan hişkesalî heye û ji ber vê jî av kêm e. Kalçik diyar kir ku divê niha ava çem û newalan tije bûye lê niha li 102 çeman av kêm û hema bêje ziwa ne. Kalçik anî ziman ku ji ber avhewaya kurewî gefek pir cidî heye û ji ber ziwabûna çeman û erdê zilan ziwa û hişk bûne, bi awayek cidî gefê li ser organîzmayên zindî yên di golê de dike. Kalçik anî ziman ku ji ber kêmbûna avê niha her çiqas masiyan ji golê ber bi çeman ve hatibin jî lê vegera wan a ber bi golê ve dê zehmet û pirsgirêk be. Kalçik destnîşan kir ku germahiya kurewî bandorek neyînî li ser jiyana ajalan û xwezayê dike û di vê heyamê de masiyên golê ango Încî Kevalî bi krîza avê re rûbirû mane nikarin bizrê xwe bikin ango xwe zêde bikin û ev jî metirsiyê radixe ber çavan. Kalçik anî ziman ku kêmbûna avê û ziwabûna çem û newalan ji ber HES’ên hatine çêkirin û ev tesîrek neyînî li ser jiyana zindiyan jî dike. Kalçik da zanîn ku di serî de Karê Avê yê Dewletê (DSÎ) û hemû sazî û dezgehên dewletê û her beşên civakê li hemberî xwezayê bi hestiyar tevbigere.    MA / Zerrîn Sargut