Girtiyê ku çavên wî ji sedî 90 nabînin nikare bi tena serê xwe bijî 2023-05-26 09:16:00 ENQERE - Erol Balci yê çavên wî ji sedî 90 nabînin û piştî ji girtîgehê derket bi du mehan cardin hat girtin, nikare bi tena serê xwe bijî.    Erol Balci yê çavên wî ji sedî 90 nabînin, di 28'ê sibatê de ji Girtîgeha Hejmar 5 a Tîpa T a Sîlîvriyê hatibû berdan, di 3'yê gulanê di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê Enqereyê de, cardin hate girtin. Dadgeriya Cezayê ya Sulhê ya Enqereyê, Balci yê ku di îlona 2016'an de bi sûcê "endamtiya rêxistinê" 6 sal û nîvan de girtîgehê de ma, bi sûcê dubarekirî xist Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Sîncanê.    Ger Balci li derve dermankirina ji bo çavên xwe nedomîne, dibe ku çavên wî bi temamî kor bibin. Balci, nikare bi tena serê xwe bijî. Her wiha li girtîgehê ji  ber ku cihê nîvînan li qata jorê ye, gava di nêrdevanan de dadikeve zor û zehmetiyê dikişîne. Balci ku divê li nexweşxaneyeke baş were dermankirin, nexweşîna tansiyon, kolestrol û romatîzmayê jî pê re hene. Balci gava ku ji girtîgehê derketî, li Îzmîrê dihat dermankirin. Her wiha divê Balci berçavkên teleskopîk û yên bi awayekî taybet hatine dîzaynkirin bi kar bîne.    BANGAWAZÎ   Balci ku 43 salî ye, ji xeynî senaryonan di gelek kovar û rojnameyan di warê hunerê de gotar nivîsî ne. Balci ku derfeta wî ya kirîna berçavka teleskopîk tun ye, di warê xwendin û nîsandinê de jî zehmetiyê dikişîne. Balci ku rûpeleke pirtûkê encex di saetekê de dixwîne, ji bo piştevaniyê bang li raya giştî û saziyên mafên mirovan kir.    MA / Sedat Yilmaz