Krîza aborî bandorê li pincarê jî kir 2023-05-26 09:06:01 COLEMÊRG - Krîza aborî bandor li gihayên cur bi cur ên li çiyayên Colemêrgê tên berhevkirin jî kir.    Colemêrgiyan dest bi berhevkirina kereng, kîvark, hîngedan, çirîş, rêvas, mendê, siyasbo, alo û çorînê yên li çiyayên Gever, Çelê û Şemzînanê şîn tên kirin. Şêniyên bajêr ji orta meha Nîsanê heya dawiya Gulanê van gihayên bi şîfa berhev dikin û wan li navenda bajêr û navçeyan difiroşin. Ev gihayên ku bi kedeke mezin tên berhevkirin û ji bo nexweşînên wekî şekir, tansiyon, dil û demaran derman in, nesîb ji krîza aborî ya li welêt girtin. Kereng, hîngedan, çirîş, rêvas, mendê, siyabo, alo û çorîn ku par kîloya wan di navbera 10-12 lîreyan de bûn, îsal bi 20-35 lîreyî tên firotin. Kîvark (mantar) ku par kîloya wan di navbera 100-130 lîreyî de bû, îsal di navbera 200-250 lîreyî de tên firotin.    Cengîz Baygo yê 62 salî ku 47 sal in van giyayan berhev dike û li navenda bajêr difiroşe, anî ziman ku giyayên ku berhev dike li navenda bajêr û li navçeyên bajêr difiroşe. Baygo anî ziman ku serê kîloyê 5-10 lîre ji wî re dimîne û got: "Ji ber ku li vir bazar û fabrîqe tune ne, em bi salan e em van giyayan li ser peyarêyan difiroşin. Li gor par qezenca me kêm e. Krîza aborî ji gihayan bigire heya bi mazot û kincan bandor li her tiştî kir."    DU QAT BIHA BÛNE    Baygo da zanîn ku fiyetê giyayan li gor par du qat biha bûye û got ku kîvarkên ku par kîloya wan bi 100 lîreyî dikirî îsal bûne 250 TL. Baygo bilêv kir ku par qezenca wan baş bûye û got ku par bi 50 lîreyîd içûn zozanan, lê îsal bi 200 lîreyî diçin û got: "Di serî de sotemenî fiyetê ehr tiştî biha bûye. Ji ber vê em jî fiyetên pincarê biha dikin. Li bajêr kesên rewşa wan baş pincarê dikirin, lê yên rewşa wan nebaş nikarin bikirin. Qezenca me jî ne wekî berê ye. Lê em ji mecbûrî vî karî dikin. Tu esnaf nikare debara xwe bike. Heqê keda me bi dest me nakeve. Niha sirf ji bo em birçî nemînin, em dixebitin."     MA / Mazlûm Engîndenîz