ROJEVA 26'Ê GULANA 2023'YAN 2023-05-26 09:00:09       * Erol Balci yê çavên wî ji sedî 90 nabînin û piştî ji girtîgehê derket bi du mehan cardin hat girtin, nikare bi tena serê xwe bijî.    * Endamê Komeleya Meleyên Amedê Mele Hecî Qadah têkildarî hilbijartina 28 Gulanê got: “Banga me ji mirovên me ew e ku bila li dijî vê zilmê biçin ser sindoqan û vîna xwe nîşan bidin.”   * Belgefîlma "Yikilacak Dûvarlar" (Dê dîwar hilweşin) a li ser siyasetmedar Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Aysel Tûglûk û Sîbel Yîgîtalpê, dê di meha Hezîranê de bê nîşandan.    * Temiyên ji bo rojên xweş ên di nameyên Şadiye Manapê de wekî "xweşkirina motal û motîvasyona endamên rêxistinê" hat nirxandin û hat xwestin ku ceza lê bê birîn. Manap piştî 30 salan di 1'ê Kanûna 2022'yan de hatibû berdan, lê berî ku ji girtîgehê derkeve hatibû binçavkirin û cardin hatibû girtin.   * Krîza aborî bandor li gihayên cur bi cur ên li çiyayên Colemêrgê tên berhevkirin jî kir.    * Şirketa Eti Bakir a Cengîz Holdingê ya li Çiyayê Bêzarê ya Semsûrê bi lêgerîna madena zêran xwezaya herêmê talan dike û lêgerîna madenê ya bi siyanurê rê li ber nexweşiyan vedike.    * Karkerên neqliyetê diyar kirin ku ji ber kedxwariyê nikarin debara xwe bikin û bal kişandin ser girîngiya hilbijartina 28’ê Gulanê. Karkeran gotin ku xelasî di guherînê de heye û banga çûna ser sindoqan li her kesî kirin.    * AKP’a ku di hilbijartinan de li Agiriyê encamên jê hêvî dikir bi dest nexistin, biryar da ku firmaya tekstîlê ya bi piştevaniya dewletê bi soza îstîhdamê ya ji bo 10 hezar kesan di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de vekiribû, bigire.    * Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 795’an de berdewam bike.    * Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û siyasetmedarê kurd Ahmet Turk dê têkildarî hilbijartina serokkomariyê li Hotêla Anemon a Amedê civîna çapemeniyê li dar bixin. (10.00-20.00)    * Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz dê li Şirnexê bi gel re hevdîtinê bike. (11.00-17.00)   * Partiya Çepên Kesk dê di çarçoveya tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê de li gelek bajaran xebatan bimeşîne. (13.00-20.00)   * Doza “JÎTEM Enqereyê” ku Wezîrê Karên Hundir ê berê Mehmet Agar jî di nav de bi giştî 19 bersûc tên darizandin îro dê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (14.00)   * Doza bi hinceta daxuyaniyê ku derheqê Dayikên Şemiyê de hatiye vekirin dê li 1’emîn Cezayên Giştî ya Kuçukçekmeceyê bê lidarxistin. (14.30)   * Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê dê bi boneya Hefteya Windakiriyan li Yekitiya Mulkiyeyiyan gotûbêjê li dar bixe. (18.30-21.00)