Kurê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan hat berdan 2023-05-25 19:14:50       AMED – Ahmet Ozkan, kurê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ku 5 salan li girtîgehê li cem bavê xwe bû, hat berdan. Ozkan got: "ATK, bi bavê min re dijminatiyê dike."    AHmet Ozkan, kurê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (83) ku 5 salan li girtîgehê li cem bavê xwe ma, piştî 12 sal û 8 mehan îro ji Girtîgeha Amedê ya Hejmara 1'ê derket. Ozkan ku di sala 2011'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li Amedê hatibû girtin, 13 sal û 8 meh ceza lê hatibû birîn. Lê gava li Girtîgeha Îskenderûnê ya Tîpa F'yê bû, bi hinceta ku kameraya li hundirê qawîşê şikandiye, cezayê wî 3 sal û 2 meh hatibû zêdekirin.    Ahmet Ozkan, li ber girtîgehê ji aliyê malbata xwe, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê û endamên TÛHAY-DER'ê ve bi çepikan hat pêşwazîkirin.   Ozkan gava ji girtîgehê derket, ji bo rewşa bavê xwe got: "Rewşa bavê min li holê ye. Girtîgeh dixwaze wî berde, lê ATK wî bernamde. Dixwazin cardin wî bibin ATK'ê. Bavê min nikare bi tena serê xw ebiçe. Tu hêviyeke min ji ATK'ê tune ye. Ji lew re gelek caran ew birin. Lê rapor nedanê. ATK, bi dijminatî tevdigere. Bavê min tenê ne nexweş e, divê xwedî li hemû girtiyên nexweş bê derketin."