Kesên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn 2023-05-25 16:04:40   ÊLIH - Li Êlihê di çalakiyê de kesên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn.    Şaxa Komeleya Yekitî Çand Piştgirî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) bi boneya kesên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dayîn li Şaxa Petrol-Îşê çalakiya bîranînê li dar xist. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Êlihê Zeynep Oduncu, Mehmet Ruştu Tîryakî, Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr ku li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin, komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tev li bûn. Di bîranînê de pankarta “Di şexsê Şehîdên Meha Gulanê de em hemû şehîdên têkoşîn bi bîr tînin” hatibû vekirin.    ‘ŞEHÎDÊN ME RÛMETA ME NE’    Hevserokê Şaxa MEBYA-DER’a Êlihê Medenî Onar di bîranînê de axivî û wiha got: “Şehîdên me rûmeta me ne. Gelê kurd bi saya keda şehîdên me îro hebûna xwe diparêze.”   Piştre jî Mehmet Ruştu Tîryakî axivî û di serî de Şehîdên Meha Gulanê bi bîr anî. Tiryakî, axaftina xwe wiha domand: “Gelê kurd ji bo Şehîdên Meha Gulanê deyndar e. Em xwedî kevneşopiyeke wisa ne ku divê 24 saetan ji ber hizra me neçe. Divê em şehîdên xwe û malbatên wan ji bîr nekin. Em dikarin bi serdanên domdar ên malbatan re hêzê bidin wan. Divê em bi vî ruhê piştevaniyê têkoşîna xwe bidomînin. Divê em bîranîna wan bi têkoşîna xwe bidin jiyîn.”   Piştî axaftina Tîryakî, sînevîzyoneke ku jiyana Şehîdên Meha Gulanê vedibêje hate pêşandan.