Midurê Perwerdehiyê yê Nisêbînê gotinên zayendperest gotin 2023-05-25 14:21:47   MÊRDÎN - Baroya Mêrdînê ji ber parvekirinên gotinên nefretê û zayendperest dê giliyê Midurê Perwerdehiyê yê Nisêbînê Umît Çetîn bike.    Midurê Perwerdehiyê yê Nisêbîna Mêrdînê Umît Çetîn, piştî mutabaqata di navbera namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû û Serokê Giştî yê Partiya Zafer Umît Ozdag de hate îmzekirin li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal gotinên ku di nava xwe de nefretê û zayendperestiyê dihewîne parvekirin. Çetîn di parvekirina xwe de wiha got: “Bila zewaca we ya bi hevnavê min re pîroz be Hevalno… Hûn rastî tundiya di nava malê de neyên… Dema mêr bi hêrs bibe bêdengî dikeve berê jinê…HIŞŞŞŞ” Piştî ku bertek nîşanî Çetîn hate dayîn parvekirina xwe jê bir.    BAROYÊ DAXUYANÎ DA   Têkildarî parvekirina Çetîn Baroya Mêrdînê daxuyanî da. Baroyê diyar kir ku gotinên nefretê û zayendperestiyê di nava xwe de dihewînê yên li dijî kurdan nayên qebûlkirin û da zanîn ku wê giliyê Çetîn bikin. Baroyê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Bi gotinên xwe gel sor kiriye, beşeke gel biçûk xistî ye, bi vê parvekirinê têkoşîna jinan a azad û wekhev ku bi keda jinan hatiye hûnandin tune hatiye hesibandin, nasnameya jinê biçûk hatiye xistin li dijî kurdan êriş hatiye kirin. Ji ber vê yekê vî kesî heqaret li jinan jî kiriye. Em radigihînin ku em ê giliyê vî kesî bikin û bi armanca ku derbarê wî de lêpirsîna îdarî bê destpêkirin em ê serî li Wezareta Perwerdehiyê bidin.”