Li Amedê 4 parêzer hatin berdan 2023-05-25 14:02:41 AMED - Çar parêzerên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibûn binçavkirin û girtin, hatin berdan.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik de lêpirsîn dabû destpêkirin û rojnameger û hiqnas jî di nav de derheqê 216 kesan de biryara girtinê dabû. Ji kesên di 25’ê nîsanê de hatin binçavkirin 52 jê hatin girtin. Ji parêzerên hatibûn girtin Burhan Arta, Ozum Vurgun, Serhat Hezer û Şerzan Yelboga di lêkolîna girtina mehane de bi şertê kontrola edlî hatin berdan.