Fermandara YPJ'ê li Barcelonayê serdana nûnerên Katalan kir 2023-05-25 13:07:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Sozdar Dêrik, li paytexta Katalonya Barcelonayê bi Seroka Parlamentê û nûnerên gelek partiyên siyasî re hevdîtin kir.   Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Sozdar Dêrik li ser vexwendina Parlamenta Katalan serdana Barcelonayê kir.   Li gorî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPJ'ê, Dêrik bi Seroka Parlamenta Katalonyayê Alba Vergés Bosch, nûnerê Partiya Yekitiya Gel (CUP –Candidatura d’Unitat Popular) Carles Riera û nûnerê Partiya Komarger a Çep a Katalonyayê (ERC – Esquerra Republicana de Katalonya) re hevdîtin kir.   Hate ragihandin ku di hevdîtinê de mijarên li ser ewlekariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, metirsiya DAIŞ'ê, têkoşîna li dijî vê metirsiyê, rewşa Kampa Holê û êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê hatin nirxandin.   Têkoşîna jinan a li qadên leşkerî, siyasî, civakî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji mijarên rojeva hevdîtinê bû.   Fermandara YPJ'ê Sozdar Dêrik ji bo bernameya televîzyonê ya Katalonyayê jî hat vexwendin û di bernameya bi moderatoriya rojnamevan Monica Terribas de bersiv da pirsên zêdeyî 400 beşdaran.   Dêrik li Barcelonayê beşdarî fûareke pirtûkan jî bû û bi vê wesîleyê pirtûka nivîskar Dilar Dîrîk a li ser têkoşîna jinên kurd hat nasandin.   Serdana fermandara YPJ'ê Sozdar Dêrik dewam dike.