Li dijî Mexmûrê êrişeke nû hate destpêkirin 2023-05-25 10:22:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Leşkerên Iraqê li derdora Wargeha Mexmûrê dîsa ketin nava liv û tevgerê.    Leşkerên Iraqê îro di danê sibehê de li dora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dîsa ketin nava liv û tevgerê. Li gorî nûçeya Rojnewsê; leşkerên Iraqê li semta Şehîd Robar bîrên avê yên kampê dorpêç kirin. Şêniyên wargehê jî li dijî vê dorpêçê li ber xwe didin.