'Îşkence veguherî awayê rêveberiyê' 2023-05-25 09:19:12   STENBOL - Parêzeran diyar kir ku li Tirkiyeyê îşkence veguheriye awayekî rêveberiyê û gotin ku divê kesên îşkenceyê dikin bên darizandin.    Li perava Modayê ya Kadikoya Stenbolê, polîsan êriş biribû ser 4 ciwanên ku li ber stranên kurdî govend gerandibûn û ew binçav kiribûn. Her wiha ciwanekê ku ev êrişa polîsan tomar kiribû jî hatibû binçavkirin. Ciwanên ku polîsan li wan xist û ew birin Qereqola Îskeleyê, li vir bi awayekî ji paş de destkelemçekirî serdevkî li erdê hatibûn dirêjkirin. Polîsan ev dîmen li ser medyaya sanal belav kiribûn.    Ciwanên rastî îşkenceyê hatibûn sewqî Edliyeya Anadolûyê ya li Kartalê hatibûn kirin û bi şertê kontrolkirina edlî hatibûn berdan.    Hiqûqanasan ev îşkence nirxandin, salên 90'î bibîr xistin û gotin ku îşkence veguheriya awayekî rêveberiyê.    AQILÊ SALÊN 90'Î   Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, bal kişand îşkenceya li ser ciwanan û wiha got: "Salên 90'î nîşan didin ku aqilê dewletê bi desthilatê re heye." Keskîn bilêv kir ku zimanê berberîbûnê yê ku di pêvajoya hilbijartinê de rê li be tundî û îşkenceyê vekiriye û wiha domand: "Ji piştve kelemçekirin rêbazekî îşkence û muamleeya xirab e. Ev, niha li hemberî hemû muxalefetê tê pêkanîn. Guhdarkirina sirûda mehterê jî tê wê wateyê ku ev îşkence di heman demê de bi saîqên nijadperestî tên kirin."    ‘LI DIJÎ HEBÛNA GELÊ KURD IN'   Keskîn ku got "Li dijî ziman û govenda gelê kurd û li dijî parêzer, bijîşk, parêzvanên mafên mirovan ên gelê kurd û li dijî rojname û rojnamevanên gelê kurd û hebûna gelê kurd in" ev pirs kir: "Govenda li ber stranên kurdî çawa dibe sûc?" Keskînê wiha domand: "Berê dewletê ev înkar dikir û digot, 'Min nekiriye.' Lê niha bi eşkere dibêje, 'me kir, em dikin, em ê bikin.'"    'EV POLÎTÎKAYEKE DEWLETÊ YE'   Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Gurkan Îsteklî anî ziman ku îşkenceya hatiye kirin bi awayekî eşkere peyamekê di xwe de dihewîne. Îsteklî anî ziman ku êrişên li hemberî ciwanên kurd, ne êrişine munferît in û got ku ev yek veguheriye tiştekî sîstematîk.    Îsteklî da zanîn ku dê ji ber vê îşkenceyê gilî bikin û got ku di dema îşkenceyê de guhdarkirina sirûda mehterê û belavkirina vê, dide der ku faşîzm veguehriye tiştekî ji rêzê û dixwaze civakê têxe bin serweriya xwe.    Ji parêzerên ÇHD'ê Ezgî Onalanê jî anî ziman ku hatiye xwestin ku ciwanên rastî îşkenceyê hatine bên cezakirin û got: "Dixwazin şopên îşkenceyê winda bikin û hewl didin xwe mexdûr nîşan bidin. Dixwazin ên li hember krîmînalîze bikin. Bi vî awayî dixwazin îşkenceyê rewa bikin. Ev tim tê kirin. Ev polîtîkayeke dewletê ye."