Ji MED-DER’ê şahiya belgedayînê 2023-05-24 20:27:25 AMED - MED-DER’ê bi merasîmekê belgeyên kesên ku tevlî perwerdehiya zimên bûn dan. Di merasîma belgedayînê de hat destnîşankirin ku heya zimanê kurdî nebe zimanê perwerdehiyê dê têkoşîna wan a di vî warî de berdewam bike.    Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê yên Mezopotamyayê (MED-DER, di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li avahiya xwe ya Semta Gazîler a Amedê şahiyek li dar xist. Di bernameyê de belgeyên şagirtên ku di perwerdehiyê de serketî hatin dayîn û stran hatin gotin. Bername, bi coş û tevlibûneke zêde hat lidarxistin. Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Azad Bariş û Mehmet Emîn Aktar, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê, Enstituya Kurdî ya Amedê, Odeya Bijîşkên Amedê û gelek kes tev li bernameyê bûn.    Ewilî Rêveberê MED-DER’ê Rifat Ronî axivî û destnîşan kir ku ev sed sal e komara Tirkiyeyê hatiye avakirin lê tu saziyên zimanê kurdî nehatine avakirin û wiha got: “Em ê xewn û xeyalên Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî û avakarê alfabeya zimanê kurdî Mîr Celadet Alî Bedirxan pêk bînin.”   Pişt re Hevseroka MED-DER’ê Şukran Yakût axivî û da zanîn ku pêwîst e li her derî zimanê dayîkê bêaxaftin. Yakût diyar kir ku heta zimanê wan nebe zimanê perwerdehiyê dê tekoşîna wan a di vî warî de berdewam bike.