Xwediyê Îmtiyazê yê MA'yê Çelîk hat berdan 2023-05-24 18:41:00 NAVENDA NÛÇEYAN - Xwediyê Îmtiyazê yê MA'yê Ferhat Çelîk ku sewqî edliyeyê hat kirin, bi şertê qedexekirina derveyî welat hat berdan.    Xwediyê Îmtiyazê yê Ajansa Mezopotamyayê (MA) FErhat Çelîk ku duh ji bo lêpirsîneke di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Amedê de ji bo îfadedayînêçûbû qereqola polîsan a li Taxa Hûzûrevleriyê ya navçeya Peyas a Amedê, hatibû binçavkirin. Çelîk, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan îro sewqî Edliyeya Amedê hat kirin.   Çelîk ku bi şertê kontrolkirina edlî sewqî dadgehê hat kirin, bi şertê qedexekirina derveyî welat hat berdan.