Koordînastorê MA Musîcê Kanîwar hat berdan 2023-05-24 17:55:07       NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînatorê MA Musîcê Şêrko Kanîwar ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibû binçavkirin, hat berdan.   Di çaçroveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, di 25'ê Nîsanê de di avêtina ser malan de li 21 bajaran 191 kes hatibûn binçavkirin û ji kesên binçavkirî rojnamevan û parêzer jî di nav de zêdetirî 50 kes hatibûn girtin.   Koordînastorê Ma Musîcê Şêrko Kanîwar jî du gava ji Almanyayê vegeriya li Balafirgeha Amedê di çarçoveya heman lêprisînê de hatibû binçavkirin.    Kanîwar îro sewqî Edliyeyaê hat kirin û piştî îfadeyê hat berdan.