Li Şirnexê gund bi gund xebatên hilbijartinê 2023-05-24 16:39:32   ŞIRNEX - Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên hilbijartinê yên Şirnexê gund bi gund didomîne.   Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên hilbijartinê yên tura duyemîn a Serokomariyê bênavber didomîne. Bi tevlibûna parlamenterê Partiya Çepên Kesk Mehmet Zekî Îrmez, parlementerê HDP’ê yê Şirnexê yê berê Hasan Ozguneş, Rêxistinên Partiya Çepên Kesk, HDP, DBP'ê yên bajêr li gundê Kiror, Nerex, Dehlabî, Heştan, Avgamasya, Milgaşantiye û Çemêşemo bi gel re hatin cemhev. Di civîna ku bi şeniyên gund re hate kirin de, giringiya hilbijartinê hate vegotin û ji gundiyan hate xwestin ku di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan. Li gundê Heştan parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez axivî. Îrmez, got ku ev hilbijartin dê bi xwe re pergaleke nû bine û got: "Hilbijartineke dîrokî ye û pir girîng e. Ji ber wê jî divê ku gelê me bi vê hişmendiyê nêzik bibe, biçe ser sindoqan û dengê xwe bide."