ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî tecawiz û tacîza li dijî zarokan da 2023-05-24 15:16:21 NAVENDA NÛÇEYAN- ÎHD’ê bal kişand ser sûcên zayendî li zarokan tê kirin û got: “Faîl ji ber gotin û çalakiyên îktidara siyasî bêceza tên hiştin û faîl ji îktidarê hêz digirin.”    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li hin bajaran ji bo balê bikişîne ser sûcên zayendî yên li dijî zarokan ku li Bismil û Zongûldakê qewimîn û gelek deverên din pêk tên, daxuyanî da û nerazîbûn nîşanî tecawiz û îstîsmara zayendî da.    ENQERE    Komîsyona Mafên Zarokan a Navenda ÎHD’ê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Endama Komîsyonê Sevînç Koçak daxuyanî da û got her ku diçe sûc, tecawiz û îstîsmara li ser zarokan zêde dibin. Koçak diyar kir ku polîtîkayên heyî yên îktidarê rê li ber vê zêdebûna xerabiya li ser zarokan vedike û got: “Faîlên ku van sûcan dikin, ji gotin û çalakiyên îktidara siyasî hêz digirin û bêceza tên hiştin.”    ÊLIH   ÎHD’a Êlihê jî bi heman armancê li ber avahiya xwe daxuyanî da û bal kişand ser zarokek 16 salî ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê bi êrişa zayendî ya personelek nexweşxaneyê re rûbirû maye. Hevseroka ÎHD’a Êlihê Rumeysa Denîz Kaya daxuyanî da û anî ziman ku zêdebûna tecawiz û îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan nîşan dide ku ser bûyeran tê veşartin û faîl bêceza tên hiştin.     STENBOL    ÎHD’a Stenbolê jî li avahiya xwe bi heman armancê civîna çapemeniyê li dar xist. Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî û rêveber tev li civînê bûn. Pankarta, ‘Bila pêşî li îstîsmara zarokan bê girtin” hat daliqandin. Yolerî diyar kir ku faîlên zarok û jinan ji îktidarê hêz digirin.