Sancar çû serdana Emîne Şenyaşar 2023-05-24 14:49:19 RIHA - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar çû serdana Emîne Şenyaşar ku ji ber pirsgirêkê tenduristiyê nekarî were ber deriyê edliyeyê.    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar çû navçeya Pirsûs a Rihayê û dayika Emîne Şenyaşar ziyaret kir. Şenyaşar, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê îro nekarî biçe pêşiya Edliyeya Rihayê û Nobeta Edaletê li mala xwe domand. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê Omer Ocalan û Dîlan Kunt Ayan û endamên partiyê jî bi Sancar re bûn.    Di serdanê de Sancar anî ziman ku ew her tim piştgiriyê didin malbata Şenyaşar û heta edalet pêk tê jî dê têkoşîna xwe bidomînin. Sancar, destnîşan kir ku Ferît Şenyaşar dê têkoşîna xwe li meclisê hêj xurtir bidomîne û heta bêhiqûqî bi dawî dibe jî dê nesekinin.    Emîne Şenyaşar jî destnîşan kir ku heta kurê wê Fadil Şenyaşar ji girtîgehê derdikeve dê têkoşîna xwe ya li pêşiya Edliyeya Rihayê bidomîne.