Ciwanê ku lê dan: Di mûayeneyê de polîs digot, bijîşk dinivîsand 2023-05-24 14:33:54 STENBOL - Cahît Kûrt ê ji bo bertek nîşanî tundiya polîsan da hate binçavkirin û derbkirin, têkildarî tiştên li nexweşxaneya ji bo raporê bigire çûyê wiha got: “Polîs ji bijîşk re digot, bijîşk jî dinivîsand. Pişt re em ji odeyê derxistin û rapor amade kirin.” Dema ciwanan li perava Modayê ya navçeya Kadikoy a Stenbolê li ber stranên kurdî govend digerandin, polîsan dest danîn ser hoparlorên wan ên muzîkê, gaza îsotê li rûyên wan kirin, gule berdan hewayê û pişt re ciwan binçavkirin. Dû re dîmenên têkildarî kêliyên binçavkirina Bariş Gulşen, Seyîtxan Gulşen, Cahît Kûrt û Îdrîs Akpinar ên birin Qereqola Îskele ya Kadikoyê li ser medyaya dîjîtal hatin parvekirin. Derketibû holê ku ciwan ji pişt ve hatine kelemçekirin û li ser devî li erdê hatine dirêjkirin.   3 ciwanên ku rojekê li qereqolê hatin ragirtin, sewqî Edliyeya Anadolû ya li Kartalê hatin kirin. Dozger xwest ciwan bên girtin lê dadgehê ciwan bi şertê kontrola edlî berdan. Ciwanan diyarkirin ku dema binçavkirinê de ji aliyê polîsan ve bi awayekî sîstematîk îşkence lê hatine kirin û aşkere kirin ku dê bi rêya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) giliyê polîsan bikin.    Îdrîs Akpinar û Cahît Kûrt ên tundiya polîsan bi telefonê kişandin û ji bo bertek nîşanî rewşê dan hatin binçavkirin û dû re hatin berdan, tiştên wê rojê qewimîn vegotin.    TIŞTÊN ROJA BÛYERÊ QEWIMÎN     Îdrîs Akpinar, diyar kir ku dema ji peravê diçû malê bû şahidê tiştên qewimî û anî ziman ku tiştekî medyaya alîgir a desthilatê weke “kontrola nasnameyan û êrişa li polîsan” nebû. Akpinar, têkildarî tiştên beriya dîmenên ku li ser medyaya dîjîtal hatin belavkirin ev tişt gotin: “Roja ku bûyer qewimî ez bi tena serê xwe ji bo hin wext derbas bikim çûbûm perava Kadikoyê. Piştî ku dinya biçekê tarî bû dema ji bo biçim malê dimeşiyam, min dît ku wesayîteke polîsan hat cihê ku ciwan lê ne. Ciwanên ku govend digerandin dest ji gerandina govendê berdabûn û hoparlora wan a muzîkê jî girtî bû. Çawa ku polîs hat hoparlora muzîkê ya ciwanan wergirt û nasnameyên wan xwestin. Ciwanan jî bêyî zehmetiyê derxînin nasnameyên xwe dan polîsan. Pişt re polîsan xwest dest deynin ser hoparlora muzîkê ya ciwanan. Di wê kêliyê de yek ji ciwanan got ‘me sûc nekiriye, çima hûn hoparlora me digirin’. Dû re yek ji polîsan ji ciwanî re got ‘Tu ji kê re dibêjî, em ê te jî bigirin’. Pişt re polîsan ciwan xistin wesayîta polîsan û tundî li wan kirin.”   Akpinar, da zanîn ku xwe li ber tundiya polîsan negirt, ji ber vê yekê berê xwe da wesayîta polîsan û bertek nîşanî wan da. Akpinar, bi lêv kir ku dema tiştên qewimîn bi telefona xwe dikişand polîsekî ew ferq kir û wiha berdewam kir: “Polîsekî ji min re got ‘tu video dikişînî, were vê derê’. Dû re ez jî li wesayîtê siwar kirim û hewl dan min bibin qereqolê. Ewilî em bi paşve kelemçekirin û birin baxçeyê qereqolê. Li wir bi gotina ‘hûn terorîst in’ bi gaza îsotê êriş kirin û tundî li me kirin.”   KESÊ BERTEK NÎŞAN DA JÎ HATE BINÇAVKIRIN    Cahît Kûrt ê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û li qereqolê îşkence lê hate kirin jî anî ziman ku dema polîsan êrişî ciwanan kir, kesên derdorê bertek nîşan dane lê polîsan êrişî wan kirine û wiha got: “Dema bûyer qewimîn kesên li derdorê bi gotina ‘hûn mirovan derb dikin’ bertek nîşanî polîsan dan. Li ser vê yekê polîsan êrişî kesên li derdorê jî kir. Ez jî di wê kêliyê de li wir bûm û ji nişka ve du polîsan destên min girtin û xistim wesayîtê. Dema min ji wan re got ‘hûn çima binçavdikin?’ rastî heqaret û xebaran hatim.”   Kûrt, anî ziman ku polîsan di wesayîtê de tundî li wî jî kirine û wiha berdewam kir: “Polîsekî di wesayîtê de enîşka xwe danî ser stûyê min û hewl da min bifetisîne. Pişt re em birin Qereqola Îskele ya Kadikoyê. Li qereqolê em li erdê dirêj kirin. Li wir heqareta ku li me nekirin nema. Kulm li çavên min dan. Pişt re dema em li erdê dirêjkirî bi pêlavên xwe hatin ser pişta me û hewldan biperçiqînin. Dû re wesayîta polîsan kişandin cihê em lê û sirûda mehter lêxistin. Dema em li erdê weke ku xweşiya wan çûbe henekên xwe bi me kirin. Piştî ku muzîk girtin careke din li me dan.”   RAPORA NEXWEŞXANEYÊ POLÎSAN AMADE KIR   Kûrt, bi lêv kir ku piştî qereqolê dema ji bo kontrola tenduristiyê birin nexweşxaneyê jî bi gefên polîsan re rûbirû man û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em sewqî nexweşxaneyê kirin bi gotina ‘Weke ku hûn çûne vegerin ku em li we nexin’ gef li me xwarin. Ji xwe dema em çûn nexweşxaneyê jî hewcehî bi tiştekî ku em bibêjin nema. Ji ber ku dema mûayenekirinê de polîs ketin hundir. Wan ji bijîşk re digot, bijîşk jî dinivîsand. Pişt re em ji odeyê derxistin û wan bi xwe rapor amade kirin.”   Kurt da xuyakirin ku tundiya polîsan li wan kiriye bûyereke ji rêzê nîne û berevajî vê yekê peyama bêtehemuliya li dijî kurdan e û destnîşan kir ku tevî hemû îşkence û gefan jî ew ê giliyê polîsan bikin.