Hikûmeta Iraqê hate protestokirin: Hêzên xwe ji Mexmûrê vekişînin 2023-05-24 13:10:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Berxwedana xelkê Wargeha Mexmûrê ya li dijî hewldana dorpêçkirinê ya artêşa Iraqê didome. Êrişa artêşa Iraqê li Almanya û Fransayê jî hate şermezarkirin û ev bang hate kirin: “Divê NY berpirsyartiyên xwe pêk bîne û artêşa Iraqê jî xwe ji Mexmûrê vekişîne.”    Berxwedana xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ya li dijî hewldana dorpêçkirinê ya artêşa Iraqê di roja 5’an de berdewam dike. Artêşa Iraqê biisrar e ku dora Mexmûrê bi têlan bigire û kuleyan ava bike. Ji bo rakirina dorpêçê di navbera rayedarên Iraqê û nûnerên wargehê de berdewamin û heta niha jî ji hevdîtinan encamek derneketiye.    Li dijî dorpêça ji 20’ê ve didome, xelkê Mexmûrê jî bênavber li ber xwe dide. Bi sedan şêniyên wargehê niha di bin konên hatine vegirtin de li ber xwe didin.    HEWLDANA DORPÊÇKIRINÊ LI ALMANYAYÊ HATE PROSTOKIRIN   Li hêla din bertekên li dijî hewldana dorpêçkirina li deverên cuda yên cîhanê jî berdewam in. Di vê çarçoveyê de duh li bajarê Bîelefeld ê Almanyayê li ser banga Navenda Civaka Demokratîk mitîngek hate lidarxistin. Di mitîngê de hewldana dorpêçkirina wargehê hate şermezarkirin û bang li artêşa Iraqê hate kirin ku xwe ji wargehê vekişînin. Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) hate kirin ku berpirsyartiyên xwe bi cih bîne.    ‘DIVÊ ARTÊŞA IRAQÊ TAVILÊ XWE JI MEXMÛRÊ VEKIŞÎNE’    Li bajarê Marîgna yê Fransayê jî duh di danê êvarê de bi heman boneyê çalakî hat lidarxistin. Kurdistaniyên ku li Qada Marîgnaneyê hatin ba hev, dirûşma “Mexmûr bi tenê nîne” berz kirin û bang li N’yê kirin ku ji bo kampa di bin berpirsyariya wê de ye erk û wezîfeya xwe bi cih bîne. Di çalakiyê de bang li artêşa Iraqê jî hate kirin ku tavilê xwe ji kampê vekişîne.    Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana Mexmûrê” bi dawî bû.