Li Îzmîrê 12 muzîkjen hatin binçavkirin 2023-05-24 12:38:43 ÎZMÎR - 12 muzîkjenên ku beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê li Îzmîrê tev li vekirinên buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk ên bûbûn bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin.    12 muzîkjenên ku beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê li Îzmîrê tev li vekirinên buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk ên bûbûn hatin binçavkirin. 12 muzîkjenên ku di saetên serê sibê de bi serdegirtina malan hatin binçavkirin û di nava wan de Sertan Ozdemîr, Şakîr Yîgît Ozdemîr, Cemal Emen, Ridvan Kaya, Fatîme Tandogan, Eyup Azrak, Gokhan Gonluaçik û Kadîr Yasîn Temûr hene, birin Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê.    Mûzîkjen, bi kirina “Propagandaya hilbijartinê” tên sûcdarkirin.