Serokê AKP’ê bi fermandarê qereqolê re gef li gundiyan xwar 2023-05-24 11:03:11     ŞIRNEX - Li gundên girêdayî Qilêbanê Serokê AKP'ê yê navçeyê bi fermandarê qereqolê re bi gundiyan re hevdîtinan pêk tînin. Hat zanîn ku ji bo hilbijartinê gefan li gundiyan dixwin.    Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 14’ê Gulanê de hilbijartina Serokomariyê û Parlamenteriyê hat kirin. Di hilbijartina tura yekemîn de li bakurê Kurdistanê ji Namzetê Serokomariyê Kemal Kiliçdaroglu re rêjeyeke mezin deng derket. Li tevî hemû zext, astengî û gefan jî gel çû ser sindoqan û dengên xwe bikar anî. Tevî encamên derketin jî AKP wek her demê bi rayedarên dewletê re zextên xwe yên li ser xelkê didomîne.    GEF DIXWIN Û DENG DIXWAZIN    Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê Serokê AKP’ê yê navçeyê bi fermandarê qereqolê re li gundên Kiror, Hedrîş û Nêrwehê yên bi ser Qilebanê ve bi gel re civîn li dar xistin. Di civînê de serokê AKP'a Qilebanê gef li gundiyan xwar û gotiye, "Ewqasî cerdevanê me li vir hene çawa dibe ku ji Partiya Çepên Kesk û Kiliçdaroglu re deng derdikevin. Ma me ji we re negotibû ku divê dernekeve?”    Gundiyan diyar ku rayedarên AKP'ê û qereqolê ji bo hilbijartina tûra duyemîn zext li wan hatiye kirin ku dengên xwe bidin Erdogan.