Li gelek bajaran serdegirtinên malan: 22 kes hatin binçavkirin 2023-05-24 09:46:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama serdegirtinên malan ên li Mêrdîn, Manîsa, Dîlok û Şirnexê de 22 kes hatin binaçvkirin.    Polîsan di danê sibehê de li navçeya Artuklu û Kerboranê yên Mêrdînê, Manîsa, Dîlok û li navçeya Hezexa Şirnexê bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtinên malan de 22 kes hatin binçavkirin.    Di encama serdegirtinên malan ên li Taxa Saraçoglû ya Artukluyê de ji heman malê xwişk û birayên hev Ramazan, Agît û Heja Kalkan û xwişkên Hîvîdar û Berîvan Taş binçav kirin. Her wiha Firat Akar û Rojhat Altaş jî li navçeya Artukluyê hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ciwan, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya derheqê kongreya Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hatine binçavkirin. Hat diyarkirin ku kesên binçavkirî dê derbasî Amedê bên kirin.    Merve Oguz û keseka/î navê wê nehat zanîn jî li navçeya Kerboranê hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ev kes jî ji ber lêpirsîneke ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatiye destpêkirin hatine binçavkirin.    Duh jî di çarçoveya lêpirsîneke cuda de li Mêrdînê 17 kes hatibûn binçavkirin û îfadeyên wan ên li cendirmeyan didome.    LI HEZEXÊ 6 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Di encama serdegirtinên malan ên li navçeya Hezex a Şirnexê de jî welatiyên bi navên Civan Karavîş, Umît Geçgel, Yûsûf Kargol, Mûrat Kavçîn, Emrûllah Kavçîn û Rojhat Pîşkîn hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ciwanên binçavkirî birin midûriyeta emniyetê û sedema binçavkirina wan nehat zanîn.    Tê gotin ku dibe hejmara binçavkiriyên li seranserî bajar zêdetir bibin.    RÊVEBERÊN PARTIYA ÇEPÊN KESK HATIN BINÇAVKIRIN   Di danê sibehê de polîsan li Manîsayê bi ser malên endam û rêveberên Partiya Çepên Kesk de girtin. Di encama serdegirtinên malan ên li navçeya Saruhanliyê de rêvebera Partiya Çepên Kesk a navçeyê Gulsum Tozan û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Manîsayê Ayşe Karagoz hatin binçavkirin. Li navçeya Yunusemreyê jî keça Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Manîsayê Hasret Çetîn a bi navê Kardelen Çetîn hate binçavkirin.    Binçavkirin di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Manîsayê de hatine kirin û welatî niha li Midûriyeta Emniyetê ya Manîsayê tên ragirtin.    LI DÎLOKÊ 4 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Di 25’ê nîsanê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê de li 21 bajaran bi ser gelek malan de hatibû girtin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de îro li Dîlokê bi ser malên 4 kesan de hate girtin. Di encama serdegirtinan de endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk ê Dîlokê Abdurrahman Elmas û kesên bi navên Cengîz Uslu, Mûrat Basût û Bayram Ayhan hatin binçavkirin.    Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Dîlokê.