Baroya Amedê dê giliyê Zehîr ê AKP’î bike 2023-05-24 09:44:38   AMED - Baroya Amedê ji ber heqareta li cenazeyê Tahîr Elçî kiribû dê giliyê Fatîh Mehmet Zehîr ê AKP’î bike.    Cîgirê Serokê AKP’a Buyukçekmeceyê Fatîh Mehmet Zehîr wêneyeke Sezgîn Tanrikulu yê CHP’î yê di merasîma cenazeyê Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî de parve kir û got; “Di cenazeyê kelexê PKK’î de ye.”    Serokê Baroya Amedê Nahît Eren têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir û da zanîn ku dê giliyê Zehîr bikin. Eren, di parvekirina xwe de diyar kir ku Zehîr bi gotinên xwe sûcê “Heqareta li bîranîna şexs” kiriye û weke Baroya Amedê dê giliyê Zehîr bikin. Eren, wiha got: “Yek ji hîmên bingehîn ên siyasetê jî exlaq e. Xwezî hinek jî exlaq hebûya exlaq...”