Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê îradeya xwe teslîm nekin 2023-05-20 13:13:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Gel a Demokratîk a Mexmûrê piştî hevdîtina bi rayedarên Iraqî re daxuyaniyek da û got: “Em ê îradeya xwe teslîm nakin û em ê li ber xwe bidin.”   Piştî ku artêşa Iraqê hewl da bi wesayîtên zirxî û leşkerî bikevin Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), têl û kuleyan danîn, gel li ber leşkeran rabû û wan dan sekinandin.   Li ser vê yekê şandeyeke xelkê Mexmûrê bi rayedarên Iraqê re hevdîtin kir. Piştî hevdîtina bi saetan li ser navê Meclisa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Fîlîz Bûdak derket pêşberî gel û axivî.   ‘30 SAL IN ME ÎRADEYA XWE TESLÎMÎ KESÎ NEKIRIYE'    Bûdak wiha axivî: “Artêşa Iraqê bi leşker û polîsan û leşkerê xwe ve xwest derdorê dorpêç bike, vîn û îradeya me ji nedîtî ve bê. Em gelê Mexmûrê nêzî 30 sal in me îradeya xwe radestî kesê nekiriye, em nakin. Hikumeta Iraqê ti pirsgirêkên me çareser nake, ewlehiya me naparêze û niha dixwazin li dora wargehê kuleyan deynin. Her weke ku ti êrîşên esmanî ser wargehê nebe, dîsa bê pirsgirêk be, pêwîstiyên jiyanî nîne, tenê pirsgirêka ew e ku kuleyan deynin dora wargehê.   EM ÎRADEYA XWE TESLÎM NAKIN Û EM Ê LI BER XWE BIDIN’   Ev saetek em bi hev re dişêwirin, diyar dikin ku bi israr wê kuleyan daynin. Ew îdîa dikin ku gel vê dixwazin. Me jî ji bo wan got; gel xwedî îrade ye û li vir e. Ev gel qebûl nake, 30 sal in têkoşîn dike. Tevî hemû nîqaş û gotûbêjê israr dikin ku kuleyan danin. Em jî weke civak gav bi şûn ve navêjin. Em îradeya xwe teslîmî wan pêşmergeyên ku werin li van kuleyan bisekinin, nakin. Gel li vir e, biryar a gel e. Tişta ji bo me bimîne berxwedan e em bikin. Pêwîst bike em ê bi şev û roj li vir rûnin. Em îradeya xwe teslîm nakin. Me îradeya xwe teslîmî dewleta Tirk nekiriye, teslîmî Iraqê jî nakin. Berxwedan jiyan e, yên ser bikevin em in. Rojava, Şengal bi ser ket wê Mexmûr jî bi ser bikeve."   Piştî daxuyaniyê girseya xelkê dirûşma ‘Bijî berxwedana Mexmûrê’ berz kir.   Xelkê wargehê hê li bin konan sekiniye û naxwazin leşker dorpêçê bikin.