Leşkeran li nexweşxaneyê îşkence li girtiyê ji Rojava kirin 2023-05-20 11:40:37   RIHA - Zekeriya Muhammed ê ji Rojava li Girtîgeha Hîlwanê girtî ye. Dema leşkeran ew ji bo tedawiyê bir nexweşxaneyê, bi qûndaxa sîlehên xwe lêdan. Hevserokê ÎHD’a Rihayê Mustafa Vefa got ew ê derbarê berpirsiyaran de gilî bikin.    Zekeriya Muhammed girtiyek ji rojavayê Kurdistanê ye. Li Girtîgeha Hîlwana Rihayê ya Tîpa T’yê tê ragirtin. Leşkeran ji bo tedawiyê ew ji girtîgehê birin nexweşxaneyê. Leşkeran lêda û tundiyê lê kirin. Muhammed bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” girtî ye û 2 sal in Girtîgeha Hîlwanê ye. Hat zanîn ku qirika wî êşiyaye û leşkeran ji bo tedawiyê ew birine Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê. Li gorî hat gotin, leşkeran li hucreya girtiyan a nexweşxaneyê bi qundaxa sîlehên xwe lêdane.    BI QÛNDAXA SÎLEHÊ SERÊ WÎ DIŞIKÎNIN   Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê Mustafa Vefa ji bo li bûyerê bipirse çû girtîgehê. Vefa got serlêdan bo komeleya wan hatiye kirin û ew ji bûyerê haydar bûne. Vefa da zanîn ku hefteya bihûrî roja sêşemê bûyer qewimî ye û piştî Muhammed bi awayek bêkelemçe hatiye tedawîkirin û paşê jî bi deriyê odeya bijîşk ve kelemçe kirine. Vefa anî ziman ku Muhammed ji ber destê wî hatiye şidandin li ber vê rabûye û li ser vê yekê leşkeran ji Muhammed re gotine, “Tu kî yî, bi vî awayî bi me re diaxivî?” û lêdane. Vefa destnîşan kir ku leşker bi qûndaxa sîlehên xwe li serê girtî Muhammed didin û tundiyê lê dikin. Vefa diyar kir ku dozgerê girtîgehê dixwaze ku Muhammed dîsa bibin nexweşxaneyê da ku raporê bigire.    DÊ GILÎ BIKIN    Vefa anî ziman ku piştî raporê didin Muhammed wî digirin girtîgehê. Vefa da zanîn ku serê girtî tê şikandin û kêl dikin. Vefa got dozger têkildarî bûyerê lêpirsîna îdarî û edlî daye destpêkirin. Vefa diyar kir ku ew ê jî wek komeleyê daxilî lêpirsînê bibin û giliyê leşkerên ku êrişî Muhammed kirine bikin û dozê bişopînin.    ‘CIHÊKARÎ TÊ KIRIN’    Vefa destnîşan kir ku hem personelên girtîgehan bi çavek neyartiyê û nefrete nêzî girtiyan dibin û li hember girtiyên siyasî yên doza kurdî cihêkarî tê kirin.    MA / Omer Akin