Gotina dawî ya Kirtay: Xwedî li girtiyên nexweş derkevin 2023-05-20 10:27:15   AMED - Abdlhalîm Kirtay ê piştî hat berdan jiyana xwe ji dest da li dijî lêferzkirina poşmantiyê wiha gotiye, “Ez ê li ser nivînê xwe bimirim, lê ez poşman nabim.” Kirtay herî dawî ev bang li raya giştî kiriye: “Xwedî li girtiyên nexweş derkevin.”    Li girtîgehan girtiyên nexweş ku rewşa wan xedar e nayên dermankirin û her roja ku diçe terkî mirinê tên kirin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene û her ku diçe rewşa wan xedartir dibe. Tevî ku malbatên girtiyan Nobeda Edaletê girtin û xwestin girtiyên nexweş bên berdan jî lê nehatin berdan û yek bi yek jiyana xwe ji dest didin. Di 17 mehên dawî de 93 li girtîgehan canê xwe ji dest dan.    Yek ji van girtiyên nexweş ku rewşa wî xedar bû û di lîsteya ÎHD’ê de cih digirt jî Abdulhalîm Kirtay ê 75 salî bû. Tevî hemû bang û xwestekan jî Kirtay nehatibû berdan. Kirtay ê li girtîgehê rewşa wî giran bû hê 2 meh ji berdana wî re mabû, di 22’ê adarê de hat tehliyekirin. Piştî tehliyeyê 51 roj şûn ve di 12’ê gulanê de li Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîla Amedê jiyana xwe ji dest da.    BÛYE HEDEFA DEWLETÊ Û HÎZBÛLLAHÊ    Kirtay ji navçeya Farqînê ya Amedê bû ew di salên 1990’î de hem bû hedefa dewletê û hem jî bû hedefa endamên Hîzbûllahê. Kirtay dest ji têkoşîna xwe berneda. Derbarê Kirtay û lawê wî de biryara girtinê hat dayîn û sê mehan malan wan di bin dorpêça leşkeran de ma. Ji ber ku dorpêçê destûr nehat dayîn ku malbat ji xwe re erzaqan jî bikire û keça wan a biçûk Zinarîn ji birçiya jiyana xwe ji dest da.    EWILÎ KEÇA WÎ PAŞÊ JÎ EW TÊ GIRTIN    Keça Kirtay, Herdem Merwanî di sala 1992’yan de hê 13 salî ye li ser îfadeyên şahidekî tê binçavkirin û piştî 3 mehên binçavkirinê tê girtin. Merwanî 13 salan di hepse de dimîne. Salek şûn ve di 14’ê gulana 1993’yan de Abdulhalîm Kirtay tê binçavkirin. Malbat demek dirêj lê digere û tu xeberê jê nagire. Nêzî 50 roj şûn ve xeber ji Kirtay tê girtin û li ser encama lêgerîna malbatê û parêzeran dewlet qebûl dike ku Kirtay kiriye binçavan. Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekitî û tevpariya dewletê” biryara girtina Kirtay dide û 36 sal cezayê hepsê lê dibire. Di salên 90’î de 10 ferdên malbata Kirtay ji aliyê dewlet û Hîzbûllahê ve di dîrokên cuda de tên kuştin.    30 SAL DI GIRTÎ MA   Ew li girtîgehên bajarên wek Rîze, Sêrt, Wan, Amed, Êlih, Kirklarelî, Yozgat, Dîlok, Îzmîrê girtî ma. Li girtîgehê nexweşînên cuda lê peyda bûn û hem li dijî nexweşiyan hem jî li dijî cezayê xwe têkoşiya. 30 sal di hefsê de li dijî her cure sepanên dijmirovî têkoşiya û li ber xwe da.    DI SALA 2017’AN DE NEXWEŞÎNÊN GIRAN LÊ PEYDA DIBIN    Nexweşiyên giran ên Kirtay di sala 2017’an de li Girtîgeha Kirklareliyê dest pê kirin. Wî sewqî Girtîgeha Bûrhaniyeyê ya Tîpa T’yê dikin û dema wî dibin nexweşxaneyê û li şalwarê wî dinêrin, jê pirsa tu ji ku yî dikin. Kirtay dibêje Amedî ye û piştî wisa dibêje doktor derzî lê dixe û wî dişîne hepse. Dotira rojê testîstên Kirtay diteqin. Tevî vê yekê jî nayê tedawîkirin û her ku diçe rewşa wî xedar dibe û ji bo tedawiyê wî sewqî Girtîha Şakranê ya Jimara 2’yan a Tîpa T’yê dikin.    KIRTAY: DIBE KU HÛN XEBERA MIRINA MIN SEH BIKIN   Lê belê li Şakranê mafê tedawiyê yên Kirtay tên astengkirin. Kirtay di 9’ê adara 2022’yan de bi rêya telefonê li malbata xwe digere û ji wan re wiha dibêje, “Du roj in ez di hucreyê de me. Ez gelek nexweş im. Zextan pir li ser min dikin. Vê hefteyê dibe hûn xebera mirina min bigirin. Xwe hazir bikin.”    TEVÎ RAPORAN JÎ NEHAT BERDAN    Kirtay di sala 2018’an de ji ber nexweşiyên xwe gelek caran sewqî nexweşxaneyan hat kirin. Hemû nexweşxaneyan jî rapora “nikare di hepsê de bimîne” dan Kirtay. Lê belê bi biryara Saziya Tiba Edlî (ATK) nehat berdan. Ji ber biryarên ATK’ê her ku çû rewşa Kirtay xedartir bû û li girtîgehê êdî hatibû wê merheleyê ku nikaribû li xwe binêriya û pêdiviyên xwe dabîn bikira. Di dawiya dawî de Kirtay ê ku ketibû haletê mirinê di 22’ê adarê de ji Girtîgeha Bûrhaniyeya Balikesîrê hat berdan.    GIRTINA BAVÊ XWE JI ROJNAMEYÊ HÎN DIBE    Herdem Merwanî ya ku bavê wê koça dawî kir anî ziman ku ji salên 90’î ve tevahiya ferdên malbatê bi zext, îşkence û kuştinên dewletê û hêzên wê tarî re rûbirû mane. Merwanî bi bîr xist ku dema bavê wê tê girtin ew jî girtî ye û ew girtina bavê xwe ji rojnameyê hîn dibe. Merwanî anî ziman ku rewşa bavê wê ji ber nedermankirinek baş veguherî îşkenceyê û li gel ku nexweşxaneyan rapora berdana wî dida jî lê ATK’ê destûra berdana wî nedida.    'JI BO DI HEPSÊ DE NEMIRE WÎ BERDAN’    Merwanî destnîşan kir ku çawa ku bavê wê hatiye berdan wî li nexweşxaneyê razandine û wiha got: “Dema bavê min derket jî nikaribû xwe li ser pêya bigire û ne jî dikaribû rehetî xeber bide. Pir eşkere dewletê viya kir; bila li girtîgehê nemir, biçe li mala xwe bimire. Ji bo li hepsê nemire wî berdan. Piştî hat berdan û çend roj şûn ve hat ser hişê xwe û çi hatibû serê wî ji me re qal kir.    POŞMANTIYÊ LÊFERZ KIRINE    Dema rewşa bavê min girantir dibe, midûr û dozger tên qawîşê. Poşmantiyê li bavê min ferz dikin. Bavêm in qebûl nake. Bavê min ji dozger re dibêje, ‘30 sal in ez girtî me, ji bo ez poşman bibim min tiştek qebûl nekir. Du meh ji berdana min re maye, piştî vê saetê jî ez ê qet poşman nebim. Ez tedawiyê qebûl nakim. Ez ê li ser nivînê xwe bimirim lê ez poşmantiyê qebûl nakim’. Lêferzkirina poşmantiyê gelek li zora wî çûye. Heke ez ji vê re bêjim îşkence û zilm wê kêm bimîne. Divê jiyana mirovekî ewqa ne erzan be. 30 sal emrek e. Herî dawî wî berdan û ev berdan jî wek amûr bikaranîn ne wîjdanî ye.”    '51 ROJ ŞÛNVE XEZÎNEYEK JI BO ME HIŞT’    Merwanî da zanîn ku ji roja bavê wê hat berdan û heta roja ku wefat kir zêdetir li nexweşxaneyê tedawiya wî dihat kirin û wiha got: “Doktoran her ku nexweşiyek wî tedawî dikir, nexweşiyek wî din derdiket. Hemû laşê wî îltîhab girtibû. Heke bavê min nexweşbûya çima ewqas derman danê? Ev derman belgeya eşkere bû ku bavê min çiqas nexweş e. Kujerê bavê ATK bi xwe ey.”    HETA DAWIYÊ KENIYA YE     Merwanî diyar kir ku tevî ku bavê wê nexweşek giran bû jî û her kêlî êşên wî hebûn jî her car dikeniya û kêfxweş bû û got: “Bi me re sohbet dikir û qala bîranînên xwe dikir. Ew ji bo me adeta xezîneyek bû. Ji xwe re kiribû înad û digot, ‘ez ê di destê dewletê de nemirim’. Û wisa jî bû. Gotina bavê min a dawî ev bû, xwedî li girtiyên nexweş derkevin. Lewma jî ji bo girtiyên din nemirin, divê her kes li girtiyên xweş xwedî derkeve.”     ‘EM Ê XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA WÎ DERKEVIN’   Merwanî destnîşan kir ku xeyala bavê wê ew bû ku li xaniyek derdora wê bi baxçe bûya bijiya û got: “Li ser bîranîna wî em ê mal ango xaniyek bi baxçe çêbikin. Ji xwezayê, ji daran hez dikir. Em ê di wî baxçeyî de daran deynin. Em ê xwedî li têkoşîn û bîranînên wî derkevin.”    MA / Mehmet Guleş