Li Semsûrê 4 gund ji ber bendavê tên valakirin 2023-05-20 09:03:35 SEMSÛR - Li Semsûrê ji ber bendava Koçaliyê ku ji aliyê DSÎ'yê vê tê çekirin, gundên Şexbor, Şenikan, Qarikan û Bûkan tên valakirin. Şêniyên gundan naxwazin ji gundên xwe derkevin.   Li Semsûrê Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) di sala 2015'an de dest bi çêkirina bendava Koçaliyê kir. Bi çêkirina bendavê re der barê gundên Şenikan, Şêxbor, Qarikan û Bukan ku di navbera navçeya Cêlikan û navenda Semsûrê de ne biryara valakirinê hat dayîn. Şêniyên gundan li dijî vê biryarê rabûn û ji bo çêkirina bendavê bê sekinandin doz vekirin. Lê doz ji aliyê dadgeha îdareyê vê hat redkirin. Tevî hemû bertekên şêniyên gundan jî çêkirina bendavê didome.    DSÎ'yê çêkirina bendavê da ber îhaleyê. Şîrketa Îlcî îhale wergirt. Çendî 8 sal di ser karê çêkirina bendavê re derbas bûye jî rewşa gundên ku tê gotin wê bên valakirin nediyar e. Gundê Şêxborê ku bandor ji erdhejên 6'ê Sibatê wergirtibû, gelek xaniyên wê hilweşiyan. Şêniyên gund ji ber nediyarbûna rewşa gund nizanin wê çi bikin. Şêniyên gundê Şêxborê diyar kirin ku xaniyên wan ji ber erdhejê xesar dîtine, lê ji ber nediyarbûna rewşa gund nikarin xaniyên xwe çêbikin. Şêniyên gund xwestin pirsgirêka wan a hêwirînê demildest bê çareserkirin.    'ŞENIYÊN GUND NAXWAZIN KOÇBER BIBIN'   Şêniyê gund Mustefa Ergul bi lêv kir ku di destpêka çêkirina bendavê de şêniyên gund li dijî valakirina gund rabûne û ev tişt anîn ziman: "Şeniyên gund li dijî bendavê rabûn û nexwestin ji gundê xwe koç bikin. Lê dewletê bi bihayekî erzan zeviyên şêniyên gund ji bo bendavê îstîmlaq kir. Yên ku nedixwestin zeviyên xwe bi bihayekî erzan bifroşin, dewletê ew didan ber dadgehê. Vê yekê jî şêniyên gund neçar dikir ku zeviyên xwe bifroşin. Gotin wê di 3 salan de ji bo we gundek bê peydakirin û hûn ê derbasî wir bibin. Lê çend sal derbasbûn hê hî tiştek tune ye."   'REWŞA GUNDAN NEDIYAR E'   Ergul diyar kir ku ji ber rewşa valakirina gund ne diyare şêniyên gund jî nizanin wê çi bikin û wiha got: "Niha şêniyên gund nizanin wê çi bikin. Gund bê valakirin wê çi bibe nayê zanîn. Dibêjin wê ji gundiyan rê cihek bê amadekirin lê hê nayê zanîn wê li ku derê an jî kengî bê amadekirin. Di sala 2016'an de li dijî vê yekê şêniyên gund çalakiyek li dar xistin, çûn li pêşiya makînayên kar sekinîn û gotin em naxwazin li gundê me bendav bê çakirin. Leşker hatin, nehiştin gundî çalakiyê bikin û gelek kes binçavkirin."   'ARMANC DÛRXISTINA JI WELAT E'   Ergul destnîşan kir ku zeviyên şêniyên gund bi bihayeke erzan hatine îstîmlaqkirin û got: "Ji ber bendavm zeviyên me îstîmlaq kirin. Gund bi tûtinê debara xwe dike. Lê ji ber ku zeviyên şêniyên gund hatine îstîmlaqkirin şêniyên gund nikarine debara xwe bikin. Yanî milet bi çarenûsa wan re rû bi rû hiştine. 4 gundan dikin vala bikin. Gundê Şenikan, Şexbor, Qarikan û Bukan ji vê bendavmbandor dibin, wê vala bikin. Armanc ew e ku gel ji warê gel dûr bixin. Şêniyên gund naxwazin ji gundê xwe derkevin."   '8 SAL IN TIŞTEKÎ DIYAR TUNE YE'   Şêniyê bi navê Îsmet Yoldaş jî anî ziman ku tevî 8 sal derbasbûne jî hê di çêkirina bendavê pêşveçûyîneke bebriçav xuya nake û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Niha çend sal in çêkirina  bendavê danê sekinandin û tu şixul tune ye. Dibêjin heke bendav bê çêkirin em ê gund vala bikin û şêniyên gund ciheke din bi cih bikin. Lê tu tiştekî diyar tune ye. Gundî îdara xwe li ser tûtinê dikin, lê piştî ku bendav hat çêkirin, debarê jî bandor ji vê girt. Niha weke berê em nikarin tûtinê biçînin. Şêniyên gund jî naxwazin ji gund derkevin. Heke em ji gund derkevin jî bila ji me re xaniyan çêkin û erdan bidin me. Lê tu tiştek nekirin ne bendav çêkirin ne jî ji gundiyan re cihek dîtin."   Yoldaş diyar kir ku gundê wan bandor ji erdhejê jî girtiye û wiha got: "Di erdhejê de jî 42 xaniyan xesareke mezin dîtin û 15 xanî jî hilweşiyan. Tu kesan jiyana xwe ji dest neda, lê gelek xanî hilweşiyan. Ji ber ku rewşa gund nediyar e kes nikare ji xwe re xaniyan jî çêbike. Konteyneran jî nadin gundiyan, dibêjin werin cihê ku me konteyner lê danîne, lê şêniyên gund jî nikarinê ji vir derkevin biçin ciheke din. Niha milet di konan de ye. AFAD û Wezareta Hewirdor û Bajarvaniyê hatin gund, gotin em ê ji gundiyan re cihekî din xaniyan çêbikin. Heke li vir bendav nehata çêkirin, wê şêniyên gund bi derfetên xwe xaniyên xwe çêbikira. Ji ber vê daxwaza me ev e demildest cihên xaniyên me bên peydakirin û ji me re xanî bên çekirin."   MA / Mahmût Altintaş