Demîrtaş: Rabe ser xwe û biguherîne! 2023-05-19 13:55:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarê kurd ê girtî Selahattîn Demîrtaş têkildarî hilbijartina serokkomariyê ev bang kir: “Em tevgereke mirovahiyê ne. Em tevgera têknaçin in. Rabe ser xwe û biguherîne.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, têkildarî hilbijartinên Serokkomariyê yên di 28’ê Gulanê de bên kirin li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal banga çûyîna li ser sindoqan li hilbijêran kir. Demîrtaş wiha banga li hijbijêran kir: “Em ê hêviyên xwe, xeyalên xwe û pêşeroja xwe radestî zordestan nekin. Em tevgereke mirovahiyê ne. Em tevgera têknaçin in. Rabe ser xwe û biguherîne.”