Li Girtîgeha Kiriklarê lêgerîna tazî û tacîz 2023-05-19 12:05:00 ÎZMÎR - Hate diyarkirin ku malbatên girtiyan ên çûn serdana zarokên xwe yên li Girtîgeha Kiriklarê tên ragirtin, rastî lêgerîna tazî hatine û hatine tacîzkirin.    Hate diyarkirin ku malbatên girtiyan ên di 5’ê gulana 2023’yan ji bo hevdîtina vekirî ya bi zarokên xwe re çûne Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kiriklara Îzmîrê, rastî lêgerîna tazî hatine û hatine tacîzkirin. Girtiyên bi navê Îshak Deman, Salîh Golyar, Savaş Altûn, Samî Ozturk û Velat Taş bi nameya ku ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê re şandin, bal kişandin ser tiştên malbatên wan jiyan.    JIN HATIN TACÎZKIRIN   Girtiyên ku bi rêya nameyê tiştên bi serê malbatên wan hatin vegotin, ev tişt gotin: “Li girtîgeha em lê tên ragirtin di hevdîtina vekirî ya di 5’ê gulanê de di bin navê lêgerînê de rastî lêgerîna tazî hatine. Ferdên malbatên me yên jin heta bin cilên wan jî ji ber wan hatine kirin û hatine tacîzkirin. Yê ku ev pêkanîn xistiye meriyetê Midurê Yekemîn ê Girtîgehê Îbrahîm Yucesoy e. Bi vê êrişa rûmeta mirovan dişikêne tê xwestin ku her tim malbatên me bên tacîzkirin û girtîgehê veguherînin qempa komkirinê. Ji ber malbatên me yên cuda ku beriya niha hatibûn hevdîtinê jî rastî heman mûameleyê hatibûn. Ev yek bûyer şeweyeke êrişê ya sîstematîk. Li malbatên me yên li dijî vê pêkanînê derketine jî gefa qedexeya hevdîtinê li wan hatiye xwarin. Ji me girtiyên ku bertekê nîşanî van êrişên feraseta lanetî û pêkanînan didin re jî lêpirsînên dîsîplînê tên vekirin û hewl didin bi van cezayan biqûtifînin.”   Girtiyan xwest ku li dijî îşkenceya lêgerîna tazî her kes dengê xwe derxîne.