Îfadeyên şahidan ên paşve hatine kişandin weke hinceta cezayê Şîban hate nîşandan 2023-05-19 11:45:35   WAN - Welatiyê bi navê Osman Şîban li Wanê ji helîkopterê hatibû avêtin û bi giranî birîndar bûbû. Şîban hatibû darizandin û 7 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn. Di hinceta biryara cezayê Şîban de îfadeyên şahidan ên paşve hatine kişandin weke çavkanî hatin nîşandan.    Welatiyê bi navê Osman Şîban li navçeya Şaxê ya Wanê ji hêla leşkerên derketibûn operasyonê ve hatibû binçavkirin. Leşkeran, Şîban ji helîkopterê avêtibûn û bi giranî birîndar bûbû. Derheqê Şîban de doz hatibû vekirin û bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn. Biryara bihincet a cezayê li Şîban hatiye birin hate ragihandin. 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê di biryara xwe ya bihincet de “Agahiyên îstîxbarî” û îfadeyên şahidan weke çavkanî nîşan da.    Di biryara bihincet de ji bo Şîban ê ku salê carekê di demsala havînê de diçe gund û tenê 2 mehan dimîne îdiayên weke “Ji bo rêxistinê alîkariya madî kom dike” û “Alîkariya madî ji rêxistinê digire” hatin kirin. Bi domdarî di biryarê de ev îdia hate kirin: “Bi endamên rêxistinê yên li çoltarê re di nava peywediyan de ye, li gorî fermanên rêxistinê tevdigere, di encama fermanên rêxistinê de pêdiviyên endamên rêxistinê yên din pêşwazî dike.” Her wiha li ser îdiaya “Rewşa cur bi cur û mijûlbûnê ya şexs” hat îdiakirin ku peywendiyên Şîban bi rêxistinê re hene û sûcê endamtiyê kiriye.    ÎFADEYÊN ŞAHIDAN ÊN PAŞVE HATINE KIŞANDIN    Ji bo îdiayên tên kirin jî îfadeyên du şahidan ên derheqê Şîban de hatine kirin ku piştre paşve hatibûn kişandin weke bingeh hatin nîşandan. Di biryarê de ji bo îfadeyên şahidan ev îdia hatiye kirin; “Îfadeyên ku tu guman li ser nînin.” Bi domdarî di biryarê de ev nirxandin hatiye kirin: “Bersûc di parastina xwe ya danişînan de ev tawanbarî qebûl nekir, gotiye ku têkiliya wî bi tu rêxistinên terorê re nîne, ji şahidan N.A. ji îfadeyên xwe yên di danişînê de lêve bû lê bi tu awayî ev îfade esas nehatine girtin. Qenaet çêbûye ku îfade ji bo bersûcî ji ceza were xelaskirin hatine dayîn. Dema li îfadeyên ewil ên şahid Y.S. tê nihêrtin, tu guman nînin ku alîkarî bi awayekî domdar hatiye kirin.”    TAWANBARIYA JELÎKANÊ   Di biryarê de hat gotin ku li gorî agahiya îstîxbarî ya li ser ber destê wan, hinek herêmên çoltar ên Wan û Şirnexê ji hêla endamên rêxistinê ve bên bikaranîn û ev îdia hate kirin: “Endamên rêxistinê ji mala Şîban a li Mezraya Sûrikê erzaq û tiştên jiyanî digirin.” Her wiha hat gotin ku li Mezraya Sûrikê 3 jelîkanên şîn ên her yek ji wan 40-50 lîtreyên mazotê tê de hene û ev tespîta sosret hate kirin: “Cihê jelîkan lê hatine dîtin, herî zêde nêzî mala Osman Şîban in.” Û di biryarê de ev yek weke hinceta sûc hate nîşandan.    Parêzerên Şîban piştî ragihandina biryar bihincet, li dadgeha jor îtîraz kir.