SYKP: Ji bo serketinê divê em hemû hêza xwe bixin dewrê 2023-05-19 09:46:33 ENQERE - Endamê MYK’a SYKP’ê Halît Elçî diyar kir ku hedefa wan têkbirina faşîzmê didome û got: “Em bêhêvî nîn in. Divê em hemû hêza xwe bixin dewrê da ku Erdogan têk biçe.”    Hilbijartina Serokkomariyê û Parlamenteriyê di 14’ê Gulanê de hat kirin. Di tûra ewil a hilbijartina serokkomariyê de namzetek jî bi ser neket. Hilbijartina serokkomariyê ma ji tûra duyemîn re ku wê di 28’ê Gulanê de bê kirin. Partiyên muxalefetê hemû, partiyên çepgir û gelek sazî û dezgeh ji bo hilbijartina serokkomariyê û piştevaniya namzetê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû bang beşdariya hilbijartinê dikin.     Endamê Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Avakirina Jinûve Sosyalîst (SYKP) Halît Elçî hilbijartinan nirxand.    Elçî anî ziman ku ew di pêvajoya hilbijartinek dîrokî de derbas dibin û got: “Em dikarin bêjin ku di vê hilbijartinê de me gelek deng winda kirin. Tiştên me hêvî dikir pêk nehat. Lê belê ya rast hedefa muxalefetê ew bû faşîzmê bisekinîne û têk bibe. Lê ev hedef heta niha pêk nehat. Maye ji 28’ê mehê re.”    ‘ZEXT DÊ ZÊDETIR BIBIN’   Elçî da zanîn ku têkoşînek dijwartir li pêşiya Partiya Çepên Kesk û hemû pêkhateyên wê disekine û heke ev rejîma faşîzmê bidome wê zextên li ser civakê zêdetir bibin.    ‘HÊ JÎ HÊVIYA ME HEYE’    Elçî diyar kir ku armanca wan sereke ew e ku Erdogan ji ser text daxînin û got: “Hê jî hêviyek me heye, em ê zorê bidinê. Di tura duyemîn de namzetê me Kiliçdaroglû ye. Heke were bijartin jî dê xebatên li Meclisê zehmet be. Jixwe li Meclisê şansê çêkirina qanûnê nemaye. Dema em lê dinêrin di warê Tifaqa Millet û Tifaqa Ked û Azadiyê de serneketinek heye û tişta hêvî dikirin bicih nehatiye. Li vir paşxistinek cidî heye. Rewşek li paş hêviyên me maye heye. Rasteqînbûn şoreşgerî ye. Em ê her dem rastiyan bibînin. Helbet em ê têkoşîna xwe ji nû ve ava bikin. HDP daxuyaniyî da û behsa hewcedariyek xwerexnekirê dike.”    ‘JI BO SERKETINÊ EM Ê TÊBKOŞIN’    Elçî bal kişand ser hilbijartina serokkomariyê ya dê di 28’ê Gulanê de tûra duyemîn pêk were û wiha axivî: “Ji bo ku Erdogan ji îktidara xwe bibe û ji qoltixê xwe bibe, hilbijartinek girîng e. Her çiqas niha arîtmetîka Meclisê xerab be jî lê bandora pergala Serokkomariyê ya ucube li serê heye. Hê jî muhtemeliya serketina Kemal Kiliçdaroglû heye. Ji bo vê yekê divê em hemû hêza xwe bikar bînin. Pêwîste hemû muxalefet li dijî rejîma yek zilamî hemû hêza xwe bixe dewrê. Divê em bêhêvî nebin. Hê jî ji bo têkbirina Erdogan derfet û şansek mezin li pêşiya me heye.”