Ji bo sindoqê bang kir: Tekane rê guherandina îktîdarê ye 2023-05-19 09:03:12 STENBOL - Endamê MYK’a HDK’ê Salih Zekî Tombak diyar kir ku tekane rêya xelasiya ji aloziya heyî li welêt guherandina îktîdarê ye û banga çûna ser sindoqan li hilbijêran kir.    Gelên Kurdistan û Tirkiyeyê di 14’ê Gulanê de ji bo hilbijartina serokkomar û parlamenteran çûn ser sindoqê. Ji ber ku di hilbijartina serokkomariyê de namzetan rêjeya ji sedî 50 derbas nekirin, hilbijartin bo tûra duyemîn ma. Di tûra duyemîn de namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Cumhurê Tayyîp Erdogan û namzetê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû hene. Namzetê ku di tûra duyemîn de piraniya dengan werdigire dê were hilbijartin.    Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Salih Zekî tombak têkildarî pêvajoya hilbijartinê, encamên wê û geşedanên piştre nirxand.    'ÎKTÎDAR GEL MANÎPULE DIKE’   Tombak, anî ziman ku bandora krîza aborî ya li Tirkiyeyê li sindoqan nekiriye û wiha domand: “Ber bi hilbijartinê ve îktîdarê gel manîpule kir û bi belavkirina pereyan pêşî li ber vê girt. Lê ev polîtîkaye dê gelek temendirêj nebe. Ev rewş dê heta 28’ê mehê bidome. Dolar li piyasaya serbest bi 24 lîreyan e lê li Banka Navendî bi 19 lîreyan e. Ez dikarim bibêjim ku demekî nêz dê dolar derkeve 30 lîreyan. Pereyên ku îktîdar niha belav dike û xerc dike dê weke bac û zem li gel vegerin. Aboriya Tirkiyeyê niha tam hildiweşe û ev yek bi pansumanên demkî re çareser nabe. Rezerva Banka Navendî di bin sifirê 60 milyar dolar in. Em ê hêj gelek li van rojan bigerin.”    TEKANE RÊYA XELASIYÊ    Tombak, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Aborî bi kredî û faîzan tê birêvebirin. Di mijara gaza xwezayî de em ji bo Rûsyayê deyndar bûn. Dê Tirkiye di demekî nêz de bi krîzeke mezin a aborî re rû bi rû bimîne. Îktîdarê ji xwe re demek veqetand lê ev dem têrî wê nake. Enflasyon bilind e, deynên derve zêde ne û nikarin rê li ber dovîzê bigirin. Mimkin nîne ku ev tablo wiha bidome. Dê xelk bêhtir xizan bibe. Dê transfera servetê ya ji bo çîna dewlemend bidome. Welatiyên li dijî vê derdikevin jî dê li naverasta kolanê ji hêla polîsan ve gef lê werin xwarin. Tirkiye di nava aloziyeke meizn de ye û tekane rê jî guherandina vê îktîdarê ye. Dê xelkê roj bi roj feqîr û hejar dibe di 28’ê gulanê de bersivê bide.”    ‘AKP QELS BÛ’   Tombak, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di tûra yekemîn de bandoreke zêde ya partiyên Tifaqa Milet çênebû. Tevî ku bandoreke wan a pir kêm çêbû jî ji CHP’ê 31 parlamenter standin. Tifaqa Ked û Azadiyê jî dîsa kete meclisê. Xwedî wê hêzê ye ku pêşî li ber biryarên li meclisê tên dayîn bigire. Dema em rêjeya dengan a HDP’ê ya sala 2018’an difikirin, dengên me ketine. Em vê rewşê ji her alî ve dinirxînin. Hilbijartina krîtîk, hilbijartina serokkomariyê ye. Dengên AKP’ê jî ketine. Bêguman gelek deng dizîn lê em nikarin her tiştî girêdayî vê bikin. Me nekarî gel baş birêxistin bikin. HDP partiyeke pergalê nîne. Têkiliya xwe ya bi gel re veguherand têkiliyeke hilbijêran. Divê tavilê vê rewşê sererast bike. Dê zextên AKP-MHP’ê yên li ser kurdan zêde bibin. Dê hewl didin tolê hilînin. Di vê rewşê de girtiyên siyasî dê di girtîgehê de bimînin. Di vê navberê de dê hilbijartinên herêmî çêbibin. Heke di tûra duyemîn de guhertin çênebe dê ev polîtîkaya tepisandinê bidome. Banga min ji bo hemû hilbijêran ew e ku biçin ser sindoqê. Nexwe dê gelên me bedela wê bidin. Dê civak di nava birçîtî û hejariyê de bifetise. Divê em ji bo têkbirina îktîdarê seferber bibin.”