Qeyûma gazî keyayan kir: Ji bo Erdogan doza dengan kir 2023-05-19 09:02:31   MÊRDÎN - Piştî ku hilbijartina serokkomariyê di tûra yekê de bi ser neket, li Mêrdînê qeyûm û qeymeqam yeko yeko li keyayan geriyan. Piştî qeymeqaman, qeyûm û waliyê Mêrdînê Mahmût Demîrtaş jî gazî keyayan kir.    Piştî ku hilbijartina serokkomariyê di tûra ewil de bi ser neket, li Mêrdînê qeyûm qeymeqam zorê didin gel ku dengê xwe bidin namzetê serokkomariyê yê AKP'î Tayyîp Erdogan.    Li gor agahiyên bi dest ketine; piştî hilbijartinên 14'ê Gulanê di 16'ê gulanê de ewilî Waliyê Mêrdînê Mahmût Demîrtaş ku wekî qeyûm tayinî Şaredariya HDP'î ya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, gazî qeymeqam û qeyûmên navçeyan kir. Demîrtaş li ser hesabê xwe yê medyaya sanal parast ku ji bo xebatên li bajêr civînek çêkirine û piştî vê qeymeqamên navçeyan yeko yeko li keyayên gundan geriyan.    Li ser navê Qeymeqamê Artûklûyê Mesût Kabakçioglû, midûrê nivîsgehê li keyayên taxan geriya. Kabakçioglû, gazî keyayan kir ku bên avahiya qeymeqamtiyê. Her wiha Walî Demîrtaş jî gazî hin keyayan kir ku bên meqama wî.    Keyayên ku Ajansa Mezopotamyayê xwe gihand wan û ji ber ewlehiyê nexwestin navên wan bên eşkerekirin, wiha gotin: "Hem walî hem jî qeymeqam telefon dike. Dixwazin em ji bo Erdogan bixebitin. Ji ber ku rayên Partiya Çepên Kesk û yên Kiliçdaroglû zêde bûne, ji me xwestin em li gundan bixebitin. Keya jî ji neçarî dibêjin 'temam'."   WALÎ GAZÎ WAN KIR   Her wiha walî û qeyûm Mahmût Demîrtaş jî hin hevdîtinên xwe li ser medyaya sanal belav kir. Demîrtaş ji xeynî keyayan, gazî kesên ku berê li bajarokan şaredarîtî kirine û kesên wekî "rûspî" tên naskirin û karsazan jî kir.    Yek ji keyayên ku Walî Demîrtaş hevdîtin pê re kir jî keyayê gundê Dêyrizbinê yê Midyayê ye ku ev gund bertek nîşanî namzetên AKP'î dabû.    Walî Demîrtaş di 17'ê gulanê de bi 32 keyayên taxên Artûklû, Midyad û Dêrikê re hevdîtin kir û ev hevdîtin jî belav kirin.    Her wiha walî Demîrtaş di 18'ê Gulanê de hevdîtin bi Serokê Federasyona Keyayên Mêrdînê Îsa Dal û hin karsaz û "rûspiyan" re kir.    MA / Ahmet Kanbal