4 endamên Hîzbullahê hatin berdan 2023-05-18 16:41:25 AMED - Çar endamên Hîzbûllahê ku ji kuştina 20 kesan bi rêbaza benê berazan û birîndarkirina 31 kesan dihatin darizandin, hatin berdan.    Çar endamên Hîzbullahê ku ji kuştina 20 kesan ku Sekreterê Giştî yê Faqûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê jî di nav de û birÎndarkirina 31 kesan dihatin darizandin, hatin berdan. Ev çar endamên Hîzbullahê bi biryara “nûjenkirina darizandinê” û “sekinandina înfazê” hatin berdan.    Li gorî nûçeya Sozcuyê; biryara berdana ji hepsê derbarê Sîrac Şanli, Muhammet Omer Farûk Aydin, Mehmet Emîn Can û Feysel Gurses de hatiye dayîn.