Ji kujerê Hêlîn Şen re cezayek wek ‘xelatkirinê’ hat xwestin 2023-05-18 15:43:27 AMED - Derbarê polîs Abdullah Ercan ê ku bûbû sedema kuştina Hêlîn Hasret Şen a 12 salî ji sûcê “kuştina tawanbariya bi zanebûn” bi daxwaza cezayê di navbera 2 sal û 6 salan de mutala hat amadekirin.    Li navçeya Sûrê ya Amedê di heyama qedexeya derketina derve de 12’ê cotmeha 2015’an Hêlîn Hasret Şen a ku li gel dayika xwe diçû nan bikire hat kuştin. Polîs Abdullah Ercan ji wesayîta zirxî ya bi navê kobra gule li Hêlîn Hasretê reşandinbû. Derbarê Ercan de ji sûcê “kuştina tawanbariya bi zanebûn doz hatibû vekirin.    Danişîna doz li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Malbata Şen, parêzerên wan Abdullah Zeytûn, Yakup Guven, Huriye Hamîdî, Mehmet Emîn Gun, Omer Sansarkan tev li danişînê bûn. Bersûc polîs Abdullah Ercan ji cihê ku lê polîs e bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) li gel parêzerê xwe beşdarî danişînê hat kirin.    Mekamê îdiayê ango dozger mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û di mutalaya xwe de balê dikişîne ser hûrguliyên bûyer çawa pêk hatiye. Dozger di mutalayê de dibêje ku polîs bûye sedema kuştina bi tawanbariya bi zanebûn û xwst bersûc di navbera 2 û 6 salan de bê cezakirin.    ‘EM EDALETÊ DIXWAZIN’    Dayik û bavê Şen, Nazmiye Şen û Ekrem Şen diyar kirin ku ew dixwazin doz were bidawîkirin û gotin, “Em edaletê dixwazin.”    ‘MUTALA PARASTINA BERSÛC E’    Parêzer Abdullah Zeytûn diyar kir ku mutalaya dozger li ser parastina bersûc hatiye amadekirin û destnîşan kir ku Hêlîn Şen bûye hedefa polîs û hatiye kuştin. Zeytûn xwest bersûc polîs bê girtin. Zeytûn xwest ji bo ew dikaribin li dijî mutalayê parastinê bikin dema zêde bo wan bê dayîn. Her wiha parêzerin din jî parastinê kirin û xwestin bersûc bê girtin.    MIWEKÎL FERMANÊ BI CIH ANIYE    Parêzerê bersûc Alper Ûgûrlû jî diyar kir ku miwekîlê wî li gorî fermana jê re çûye tevgeriyaye û fermanê bicih aniye û daxwaza beraeta bersûc kir.    XWE BI ŞER PARAST    Bersûcê ku bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû jî îdia kirk u ew ji ber bûyerê xemgîn e û ne bi guleya sîleha xwe bi guleya sîleha wesayîta zirxî Hêlîn Şen hatiye kuştin. Bersûc îdia kir ku şer qewimî ye û wî jî gulebaran kiriye û xwest bê beraetkirin.    DAXWAZ HATIN REDKIRIN    Dadger da zanîn ku hemû delîl hatine berhevkirin, gumana reva bersûc nîne û daxwaza girtina bersûc û daxwazên din ên parêzeran red kir. Dadger biryar da ji ber ku bersûc li Mereşê li kesekî daye sûc kiriye û ji bo wan ewraqan dê li bendê bisekinin û danişînê taloqî 19’ê cotmehê kir.