Ji ber ku siviya xelet dan 18 nexweşên diyalîzê, ew rakirin nihêrîna awarte 2023-05-18 14:42:06   WAN - Li Erdîşê tê gotin di encama şilaviya ango ava xelet de 18 kesên ku nexweşên diyalîzê ne rakirine nihêrîna awarte û rewşa wan xetere ye. Xizmên nexweşan derbarê berpirsiyaran de gilî kirin.   Li navçeya Erdîşa Wanê 18 nexweş roja 16’ê gulanê li ji bo bikevin diyalîzê çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê. Piştî tedawiya wan hat kirin nexweş vegeriyan malên xwe û derket holê ku ji ser hişê xwe çûne. Malbatan nexweşên xwe dîsa rakirin nexweşxaneyê û li nihêrîna awarte ya nexweşxaneyê tên tedawîkirin. Hat îdiakirin ku av ango siviya xelet dane her 18 nexweşan. Piştî vê rewşê nexweşan rakirin Navenda Tibê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêma Wanê. Her 18 nexweş niha li nihêrînên awarte yên her du nexweşaneyan tên tedawîkirin û hat zanîn ku rweşa wan bi xeter e.    MALBATAN GILÎ KIR    Xizmên nexweşan li ber nexweşxaneyan disekinin û malbatan ragihand ku derbarê kesên ji vê bûyerê re bûne berpirsiyar gilî kirine û ew ê destûr nedin ser vê yekê bê girtin.    NEXWEŞXANEYÊ AGAHÎ NEDA    Em li nexweşxaneyê geriyan. Rayedarên nexweşxaneyê diyar kirin ku lêpirsînê hê didome û ew ê nikaribin derbarê mijarê de agahî bidin.