Li Sîlopiyayê kesek hat kuştin 2023-05-17 17:29:07     ŞIRNEX- Li Silopiyayê keseî, Hasan Ozek ê 50 salî kuşt. Tê gotin ku di navbera wan de hisûmet hebûye.    Li Kolana Hunerê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê, kesê bi navê Seyîthan Gezme, li Hasan Ozek ê 50 salî bi çekê kuşt. Ozek, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyer hat bihîstin gelek polîs û tenduristkar sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tevî hemû mudaxileyên tenduristkaran jî Ozek jiyana xwe ji dest da.    Polîsan Gezme binçav kirin. Her wiha têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.   Tê gotin ku di navbera her du kesan de hisûmet hebûye.