Di topbarana li Eyn Îsayê de 3 welatî birîndar bûn 2023-05-17 13:01:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Di topbarana Tirkiyeyê ya li dijî gundê Cideyda û rêya M4 ên Eyn Îsayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 3 welatî birîndar bûn, di nav de zarokek jî heye.   Li gorî nûçeya ANHA'yê di encama topbarana Tirkiyeyê de li dijî gundê Cideyda yê 2 kîlometre li rojavayê Eyn Îsayê ye, 3 welatî birîndar bûn.   Li gorî agahiyên heyî, ji ber parçeyên guleyên obusan li ser rêya M4 Mihemed Fewaz El Weka (18), birayî wî Mehmûd Fewaz El Weka (17) û Mihemed Salim Kemal (26) birîndar bûne.   Birîndar rakirin nexweşxaneyên Reqayê û hat gotin topbaran berdewam dike.