Li Mêrdînê ray ji AKP-MHP’ê re zêde ji Çepên Kesk re kêm hatine nivîsandin 2023-05-17 11:28:09   MÊRDÎN – Li Mêrdînê di hin sindoqan de ray zêde ji AKP û MHP’ê re hatine nivîsandin. Derket holê ku rayên Partiya Çepên Kesk hem kêm hem jî ji partiyên cuda re hatine nivîsandin.    Li Mêrdînê di hin sindoqan de derket holê ku rayên Partiya Çepên Kesk kêm û ji partiyên cuda re hatine nivîsandin. Her wiha hat tespîtkirin ku di hin sindoqan de ji AKP’ê re ray zêde hatine nivîsandin. Têkildarî van sindoqên navborî ku têde hîle hatine tespîtkirin îtîraz hatin kirin.    ARTÛKLÛ    Li navçeya Artûklûyê di sindoqa jimara 1012’yan de Partiya Çepên Kesk 111 ray wergirtiye lê di daneyên YSK’ê de 100 ray hatine nivîsandin. AKP 85 ray wergirtiye lê di pergala YSK’ê de 135 ray hatine nivîsandin.    Her wiha dîsa li Artûklûyê di sindoqa jimara 1217’an de jî Partiya Çepên Kesk 114 ray bi dest xistiye lê di pergala YSK’ê de 91 ray hatine nivîsandin. AKP’ê di heman sindoqê de 96 ray bi dest xistiye lê di pergala YSK’ê de bo AKP’ê 107 ray hatine nivîsandin. Di heman sindoqê de MHP’ê 17 ray stendiye lê di pergala YSK’ê de 30 ray ji bo MHP’ê hatine nivîsandin.    NISÊBÎN   Li gundê Kerwênê ya bi ser navçeya Nisêbînê ve jî di sindoqa jimara 1106’an de Partiya Çepên Kesk 171 ray bi dest xistiye lê rayên wê ji bo MHP’ê hatine nivîsandin. Rayên Partiya Çepên Kesk sifir hatiye nivîsandin. Di heman girtekê sindoqê de CHP’ê 20 ray stendiye lê rayên wê ji bo Partiya Yekitiya Hêzê re hatine nivîsandin.    QOSER   Li taxa Firatê ya navçeya Qoserê jî di sindoqa jimara 1203’yan de Partiya Çepên Kesk 219 ray bi dest xistiye lê rayên wê ji Partiya Rizgariya Gel (HKP) re hatine nivîsandin.