Bajar û navçeyên ku Partiya Çepên Kesk herî zêde deng lê girtî 2023-05-17 11:23:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî encamên nefermî, Partiya Çepên Kesk weke bajar herî zêde li Şirnexê deng stand û ji navçeyan jî herî zêde li Gimgimê deng stand.    Partiya Çepên Kesk li gorî encamên nefermî, li bajarên Colemêrg, Wan, Qers, Îdir, Agirî, Şirnex, Bedlîs, Mûş, Êlih, Dêrsim, Amed, Mêrdîn û Sêrtê bû partiya yekemîn. Piştî îtîrazên li lijneyên hilbijartinê yên bajar û navçeyan, dengên Partiya Çelên Kesk gihişt 4 milyon û 803 hezar û 794’an rêjeya wê jî ji sedî 8,82 zêde bû. Li gorî encamên nefermî yên Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) jî 61 parlamenter derxist.    Tifaqa Ked û Azadiyê ku Partiya Çepên Kesk jî pêkhateyeke wê ye, piştî îtîrazên dawî dengên xwe derxist 5 milyon û 744 hezar û 24 dengan û rêjeya dengên wê derket ji sedî 10,55. Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) u pêkhateya tifaqê ye, 4 parlamenter derxist. Bi vê yekê re hejmar parlamenterên tifaqê derket 65’an.    Li gorî encamên nefermî; Partiya Çepên Kesk di asta bajaran de herî zêde li Şirnexê deng derxist û di asta navçeyan de jî herî zêde li Gimgimê deng wegirt.    Bajarên ku Partiya Çepên Kesk rêjeyeke zêde ya dengan lê bi dest xistî wiha ne:    * Şirnex: % 64,43 * Colemêrg: % 64,10 * Amed: % 62,60 * Êlih: % 59,29 * Mêrdîn: % 56,12 * Agirî: % 55,92 * Wan: %54,27 * Mûş: % 51,50   Navçeyên ku Partiya Çepên Kesk rêjeyeke bilind a dengan lê bi dest xistî wiha ne:    * Gimgim: % 82,58 * Licê: % 78,32 * Nisêbîn: % 77,90 * Karaz: % 77,64 * Cizîr: % 76,76 * Kop: % 74,86 * Milazgir: % 74,69 * Qelqelî: % 74,57 * Dîgor: % 74,43 * Bazîd: % 74,18 * Gever: % 73,23 * Farqîn: %72,56 * Dêrik: % 72,45 * Bismil: % 72,41 * Elbak: % 70,03