Girtiyê nexweş Behçet Kaplan jiyana xwe ji dest da 2023-05-16 23:04:34 BEDLÎS- Girtiyê nexweş Behçet Kaplan ku di Girtîgeha Xelatê ya Bedlîsê ya Tîpa T'yê de bû, jiyana xwe ji dest da.    Girtiyê nexweş Behçet Kaplan ê 31 salî ku di sala 2014'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û 15 sal ceza lê hatibû birîn, vê êvarê li Girtîgeha Xelatê ya Bedlîsê ya Tîpa T'yê jiyana xwe ji dest da.    Kaplan ji ber nexweşîna pençeşêrê jiyana xwe ji dest daye. Malbatê cenazeyê Kaplan wergirtin û bir mizgefta li Taxa Karaşiyakayê. Cenazeyê Kaplan îşev dê li heman goristanê bê veşartin.